Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

  • 15:05 11 Cotmeh 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Kombûna Jinan a Navneteweyî ya 39'emîn bi beşdariya bi hezaran jinên ji çar aliyên Abya Yalayê li bajarê Cordoba yê Arjantînê destpê kir. Di destpêka kombûnê de peyameke bi dîmen a ji çiyayên Kurdistanê hate nîşandan.
 
Kombûna Jinan a Navneteweyî ya 39'emîn ku ji herêmên cuda yên Abya Yalayê bi hezaran jin li hev civand, li bajarê Cordoba yê Arjantînê destpê kir. Di kombûnê de wê sê rojan dewam bike, jin ê bi rêya civîn û çalakiyên cihêreng tecrûbeyên xwe parve bikin û stratejiyên ji bo pêşvebirina têkoşîna xwe nîqaş bikin.
 
Beriya destpêkirinê endamên Tevgera Jinên Kurdistanê beşdar silav kirin û silav ji Rêber Apo re şandin. Piştre jî peyameke bi dîmen a ji çiyayên Kurdistanê hate nîşandan.
 
Zîlan Vejîn bi navê KJAR û Tevgera Jinên Kurdistanê peyam da, Kombûna Jinan a Navneteweyî ya 39'emîn silav kir û işaret bi girîngiya têkoşîna hevpar kir.
 
Zîlan Vejîn diyar kir ku felsefeya Rêber Apo ji bo gel û jinên li cîhanê bersivek e.
 
Peymana bi dîmen ji aliyê beşdaran ve bi coş hate pêşwazîkirin û dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" hate qîrîn.
 
Di destpêka kombûna sê rojan de merasîmek li gorî kevneşopiyên gelên xwecihî yên Abya Yalayê hate lidarxistin. Di nava du rojên kombûnê de wê karên atolyeyê, xwepêşandan, nîşandana fîlman û çalakiyên cihêreng werin lidarxistin.
 
Tevgerên gelên xwecihî jî di nav de nûnerên tevgerên femînîst ên cuda jî beşdarî kombûnê dibin.