ROJEVA 18'Ê COTMEHA 2026'AN

  • 09:00 18 Cotmeh 2026
  • Rojev
*Ji saziya Danner Dîtte Specht  li dijî tundiya li ser jinan banga têkoşîna hevpar kir û got: “Hêviya min ev e ku em bi rêxisitnên jinan ên deverên cuda yên li cîhanê re zêdetir bên gel hev û li dijî tundiyê bi hev re bixebitin.”DÎMEN HEYE
 
*"12 siwariyên zarokên agır û rojê keç û kurên Apoger xwe li çiyayan dan û nirxa pîroz jiyana ezdatî parastin. Ew bûn hêvî û dahatuya civakê misoger kirin. Ev rojên dîrokî û bîra mirovatî ji van qonax û demsalên bi êş re şahidî û temaşevanî dikir, lê êdî ev civak xwediyê parastin, pergal, zanebûn û pêşerojeke nuh bû. " JI PÊNÛSA JINAN
 
*Dayika Amara Umut Zinar ku li Xakurkê jiyana xwe ji dest daye, Supha Ozdemîr, bîrînên keça xwe vegot û daxwaza aştiyê anî imzan: “Keça min şehîd ket lê ez hîna ji aştiyê bi hêvî me û aştiyê dixwazim.” DÎMEN HEYE
 
*Endama Lijneya Rêveberiya Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê Nazli Matur der barê betalkirina sererastkirina nefeqeya ‘bêdem’ de axivî û got: “Jin ji ber bêewlebûna aboriyê mahkumê zewaceke têde tundî heye tên kirin. Ji bo jin mahkumê vê tundiyê nebin û piştî destberdanê jiyanek mirovane bijîn divê em têbikoşin.” DÎMEN HEYE