‘Divê ji bo Abdullah Ocalan derfet bê dayîn’

  • 09:05 2 Ekim 2026
  • Rojane
ÊLIH- Jinan der barê pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ de nirxandin kirin û diyar kirin ku ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şert û mercên azad ên dikaribe bixebite bên afirandin.
 
Piştî banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibata 2025’an de kiriye şûnde, Qanûna Mayînde bi navê ‘Qanûna Der Barê Xurtkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekparebûna Civakî’ hat amadekirin di 10’ê Tebaxê de di Lijnya Giştî ya Meclîsê de hat qebûlkirin. Der barê bêçekbûna di qanûnê de hatibû destnîşanirin,rapora tesyît û testpîtê ya Lijneya Ewlehiya Neteweyî (MGK) tê payîn û di nokteya ku pêvajo baş bimeşe li ser statuya hiqûqî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê sekinandin.
 
‘Divê gav ne yekalî bin’
 
Aktîvîsta TJA’yê Ruken Zeryam Işik da zanîn ku ji bo pêvajo bimeşe divê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zêdetir derfet û şert bên afirandin û wiha got: “Pêvajoyê ne tenê li Kurdistan û Tirkiyeyê li hemû Rojhilata Navîn deng da.Ji bo pêvajo mayînde be divê daxwaz bên cih. Divê statuya Abdullah Ocalan di zemîna hiqûqî de bê nasîn. Pêvajo gelek girînge. Dvê şert û merc ji bo her du aliyan wekhev be ku gav bên avêtin û hev fêmkirin hîn zêdetir be. Ji bo vê divê zimanekî erênî bê bikaranîn. Divê pêvajo ji gelan re bê vegotin ku wek pêvajoyên berê nebe.”
 
‘Divê dewlet gavê bavêje’
 
Hevsroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Êlihê Mehdiye Demîr jî wiha bi lêv kir: “Banga Birêz Ocalan girîng û bi nirx e. Pêvajoyeke du sal e destpêkiriye heye. Ji bo me bi nirx û girîng e. Bi salan e her kes ji vî şerî bi bandor bû. Divê êdî ev şer û tundî raweste. Divê Abdullah Ocalan di şertên azad de bixebite. Divê girtiyên nexweş û hemû girtiyên din bên azadkirin. Divê qedexeya li pêş ziman bê rakirin. Di vê mijarê de qanûn bên derxistin.”
 
‘Divê qanûn bên derxistin’
 
Hevseroka DEM Partî ya Êlihê Gulten Demîr Muratoglu jî wiha vegot: “Em dixwazin pêvajo baş bimeşe. Em bi serokê xwe bawerin. Divê ji Kurdan re qanûn bên avakirin. Em hîna li bendê wê qanûnê ne. Em dixwazin hebûna Kurdan bê qebûlkirin.”