Li Dêrsimê Komeleya Mamekî ya Çand û hunerê hat vekirin

  • 14:21 20 Ekim 2026
  • Çand û Huner
DÊRSIM -Komeleya Çand û Hunerê ya Mamekiyê ku dê kursên ziman û her wiha perwerdeya amûrên muzîkê yên wekî saz, gîtar û erbaneyê bide, li Dêrsimê hat vekirin.
 
Piştî temamkirina qonaxa amadekariyê, Komeleya Çand û Hunerê ya Mamekiyê bi awayekî fermî deriyên xwe li Dêrsimê vekirin. Di merasîma vekirinê de ku beşdariyeke berfireh hebû, Kadir Guneş ku yek ji mamosteyên komeleyê ye bal kişand ser wê yekê ku Dêrsim bi salan hatiye wêrankirin hû hewldanên bi qestî derbarê wê de hatine kirin da ku zimanê wê were jibîrkirin. Kadîr Güneş got: "Me dest ji ziman û çanda xwe berneda. Me ev komele ava kir da ku zarokên me werin û çanda xwe nas bikin. Bila ev komele ji bo gelê me pîroz be."
 
Komele dê di zaravayên Kirmanckî û Kurmancî yên zimanê Kurdî de perwerdeyê bide. Her wiha, qeydkirina ji bo kursên saz, gîtar û erbaneyê jî dest pê kirine.