Li Amedê ekolojîstan bertek nîşanî xebata rê dan

  • 14:37 28 Nisan 2026
  • Ekolojî
AMED - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li Bûlwara Firatê xebatên firehkirina rê dan destpêkirin. Baroya Amedê û Meclisa Ekolojiyê jî, nerazîbûn nîşanî rakirina darên 30 salî yên li bûlwarê dan.  
 
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê da zanîn ku ew ji ber nûkirin û ferehkirina rê, çêkirina peyarê û nûkirina ronîkirina li Bûlwara Firatê ya navçeya Peyasê daran vediguhêzin. Meclisa Ekolojiyê ya Amedê, bertek nîşanî veguhestina daran da û destnîşan kir ku dê dar ji veguhestinê zirar bibînin û destûrê nadin veguhestinê. Hat zanîn ku şaredarî û saziyên civakî yên têkildarî mijarê bi armanca peydakirina çareseriya hevpar hevdîtinan pêk tînin.
 
Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi armanca nûkirina li Bûlvara Firatê, nûjenkirina ronîkirinê, sererastkirina peyarê ya navçeya Peyasê ya Amedê cihên beşek darên li werçerwê vediguhêze. Meclisa Ekolojiyê ya Amedê, Baroya Amedê û welatiyan bertek nîşanî vê yekê dan. Hevberdevkê Meclisa Ekolojiyê ya Amedê Sabrî Kiliç têkildarî mijdarê da zanîn ku darên 20 û 30 salî tên veguhestin û wiha got: “Ev dar darên herî kevin ên navçeya Peyasê ne. Em veguhestina daran qebûl nakin. Her yek ji wan daran jiyaneke û vehûneke bajêr e. Veguherandina hafizaya vê derê em qebûl nakin. Me ji şaredariyê re jî got. Lê di vê projeyê de israr kirin. Serê sibê darek veguhestin lê me mudaxile kir. Şaredariyê û Odeya Endezyarên Ziraetê daxuyanî jî dan. Em jî niha li wir in em ê veguhestina daran asteng bikin. Çawa ku li Pîrejman û gundên din li ber xwe didin em ê li vir jî li ber xwe bidin.”
 
Sabrî Kiliç da zanîn ku darên beriya niha şaredariyê veguhestibûn hemû hişk bûne û wiha berdewam kir: “Em pêşdibînin ku ev darên ku ji vir bên veguhestin jî dê hişk bin. Em ji xwe li dijî veguhestinê ne lê bên veguhestin jî dê hişk bibin. Darên 20-30 salî dema hatin veguhestin jiyana vir jî vehûna bajar jî tê guhertin. Heke vê niha asteng nekin em nikarin pêşiyê li vê bigirin. Ji me re gotin li Xaçerêya Medyayê jî xebatên rê hene dê li wir jî hinek dar bên veguhestin. Me jî got ev tişt bi van deran bisînor namîne û em mudaxileyeke guherîna vehûna bajar dibînin.”
 
Sabrî Kiliç destnîşan kir ku dê destûrê nedin veguhestina daran û wiha pê de çû: “An divê proje bê guhertin ku dar li cihê xwe bimînin an jî em destûrê nadin. Em ê li vir bimînin. Em dixwazin ev hişmendî were guherîn. Şûna ku rêyên çar-pênc şirît bên çêkirin bila gel teşwîqî veguhestina komelî bê kirin. Me feraseta şaredariya ekolojîk li vî bajarî zêde nedît. Ji ber vê yekê hêvî dikim ku dest ji van berdin. Ji bilî peyzajê em dixwazin bêtir xebatên ekolojîk bên kirin.”
 
Şaredariya Bajarê Mezin jî têkildarî mijarê daxuyaniyek weşand. Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serdar Bakiroglû, di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku binesazî û peyzaja bulvarê ya 20 sal berê ye û êdî li hemberî pêdiviyên îro û mezinbûna bajêr têr nake. Bekiroglu anî ziman ku rewşa heyî ji bo trafîka wesayît û peyayan rîskan çêdike û anî ziman ku kombûna ava baranê û kêmasiya binesaziya kanalîzasyonê dibe sedema pirsgirêkên hawîrdorê. Bekîroglu got ku ji ber vê yekê nûkirina bulvarê bûye pêdiviyeke girîng a gel.
 
Bakiroglû diyar kir ku wekî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi berpirsyariya li hemberî daxwazên gel û pêdiviyên nûjen ên bajêr, projeyeke berfireh a ku hevsengiya ekolojîk diparêze hatiye amadekirin. Di daxuyaniyê de xebatên ku di çarçoveya projeyê de hatine plankirin wiha hatin rêzkirin:
 
“Rê dê bê firehkirin û bibe 6 şerît.
 
Sêwirana peyarêyan a nûjen dê bê kirin.
 
Rêya bîsîkletan dê bê çêkirin.
 
Binesaziya ava baranê dê bê nûkirin.
 
Sîstema ronahiyê dê bê nûjenkirin.
 
Sêwirana xaçerêyan, refûja navîn û xebatên peyzajê dê bên kirin.”
 
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di dema amadekirina projeyê de hemû hûrgilî bi awayekî şefaf bi welatiyên li bulvarê dijîn, xwediyên kargehan û kesên ku rê bi kar tînin re hatine parvekirin. Bakiroglû da zanîn ku di vê çarçoveyê de bi hezar kesî re anketa rûbirû hatiye kirin û di encama dengdana gel de ji sedî 96ê beşdaran proje erêkirine.
 
Bakiroglû bal kişand ser hevdîtinên bi rêxistinên civaka sivîl û tevgerên ekolojiyê re jî û wiha got: “Pêvajoya amadekariyê bi sazî û tevgerên ekolojiyê re hat parvekirin û gelek civîn hatin kirin. Di encamê de nakokî bi lihevkirina hevpar hatin çareserkirin. Proje, ne bi ferzkirinê, bi hişmendiyeke hevpar û beşdariyê hatiye çêkirin. Em hestiyarî û hesasiyeta raya giştî ya demokratîk û ekolojîk di cih de dibînin. Di vê çarçoveyê de, tenê hejmareke kêm a daran bi rêbazên zanistî ji cihê wan hatine girtin û li cihên guncav ji nû ve bi axê re hatine gihandin.”
 
Her wiha hate zanîn ku li gel nakokiyan jî Şaredarî û saziyên sivîl ên li dijî veguhestina daran derdikevin, di têkiliyê de ne û hewil didin çareseriyek hevpar peyda bikin.