Keybanûya bê tac a dengbêjiyê: Eyşe Şan hîna dibe rehber
- 09:04 18 Kanûn 2025
- Çand û Huner
Oznûr Deger
WAN - Eyşe Şan ku wek "Keybanûya bê tac" tê zanîn di 29’emîn salvegera wefata xwe de hîna ji dengbêjin Kurd re dibe pêşeng.
Yek ji navdara çanda dengbêjiya Kurd Eyşe Şan, di 29’emîn salvegera wefata xwe de hîna dibe çavkaniya îlhamê ya jinên dengbêj e. Eyşa Şanê ku jiyana xwe da ser têkoşînê, bû sembola ku navê xwe bi cîhanê daye bihistin.
Hunera Denbêjiyê ku beşeke girîng a çand û hunera Kurdî ye, ji dîrokê heta niha girîngiya xwe parastiye. Di dengbêjiyê de yek ji wan navên pêşî ye ku tê bîra mirov Eyşe Şan e. Eyşe Şan a ku di sala 1938'an de li Amedê weke keça bavekî Dengbêj hat dinê, ji ber zextên ku di tevahiya jiyana xwe de derket pêşberî wê, neçar ma koçî bajarên cuda yên weke Dîlok, Stenbol, Elmanya, Bexda û Îzmîrê bike.
Hezkirina muzîkê wê dike riyên koçberiyê
Eyşe Şan ku bi navên Eyşena Elî, Eyşena Kurd, Eyşe Xan jî tê naskirin, di temenekî biçûk de di bin bandora bavê xwe yê dengbêj dimîne. Eyşe Şan a ku li Amedê di civînên jinan de bi stranbêjiyê dest bi jiyana xwe ya muzîkê kir, piştî ku di 9 saliya xwe de bavê xwe winda kir, malbata wê li dijî eleqeya wê ya bi muzîkê re derket lê wê gava yekem a jiyana xwe ya muzîkê avêt û çû Dîlokê. Eyşe Şan ji ber ku kurdî qedexe bû du salan neçar ma ku di radyoyê de stranên tirkî bêje.
Her ku navûdengê wê zêde dibe, zext zêde dibe
Eyşe Şan a ku ji Dîlokê derketibû Stenbolê, ku jê re gotibû "navenda hunerê", di sala 1963'yan de ji ber zehmetiyên aborî, li Stenbolê bi stranên tirkî û kurdî dest bi konseran kir. Eyşe Şan a ku bi strana “Ez xezal im” a ku distira navûdengê xwe belav kir, bi kaseta bi tirkî-kurdî ya ku derxistibû hîn bêhtir hat naskirin. Ji ber ku îtîbara wê hat zanîn zextên li ser Eyşe Şan zêde bûn.
Eyşe Şan a ku di salên ku mûzîka Kurdî qedexe bû de nema li ber zextên li ser xwe radibû, neçar ma ku koçî Elmanyayê bike. Di salên ku li Elmanyayê ji bo hunerê têdikoşiya keça xwe Şehnaz a 18 mehî winda kir. Piştî demekê li Elmanyayê dimîne, vedigere Stenbolê. Eyşe Şan a ku bi 3 zarokên xwe re vegeriya, ji ber stranên ku got, ne tenê ji aliyê malbatê ve rastî zextan hat. Eyşe Şan a ku di serdema ku zext û gef zêde bûn de jî ji aliyê zarokên xwe ve tenê ma, di sala 1979'an de çû Bexdayê.
Ji dengbêjan re bû çavkaniya îlhamê
Eyşe Şan ku di radyoya Dengê Bexdayê de dest bi kar kir, li Bexdayê bi navê Eyşana Elî tê naskirin. Di wê heyamê de li Mûsil, Duhok û Hewlêrê gelek konser dan û derfeta dîtina gelek hunermendan çêbû. Di heman demê de ji bo gelek dengbêjan jî çavkaniya îlhamê ye.
Wesyeta wê 29 salan şûnde pêk hat
Eyşe Şan tevî ku pir jê hez dike jî qet nikare vegere bajarê xwe Amedê. Penceşêr li êşa ku ew di jiyana xwe ya zext û gefan de dikişîne zêde dibe. Her çend di dema nexweşiyê de xwest keça xwe bibîne jî, ji ber astengkirina xizmên xwe bêyî ku bikaribe keça xwe bibîne, ji ber vê nexweşiyê jiyana xwe ji dest da. Eyşe Şan a di 18'ê Kanûna 1996'an de jiyana xwe ji dest da. Di wesiyeta xwe de dixwest li Amedê bê veşartin lê belê wesiyeta wê pêk nehat û li Îzmîrê hate definkirin. Lê ev wesiyeta wê 29 salan şûnde pêk hat û di 18’ê Hezîranê de bi hewldanên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hat cih û cenazeya wê ji Îzmîrê hat rakirin û li Goristana Yenîkoy a Amedê hat definkirin.







