Zarokên Zarokistan û mîrasa dîrokî û çandê gihîştin hev

  • 11:29 23 Nîsan 2026
  • Çand û Huner
AMED - Zarokên zarokistan ên Navenda Krêş û Lênihêrîna Rojane ya Xalxalok û Perperikê ku di bin gerînendetiya Çand û Xizmetên Civakî ya Şaredariya Peyasê de perwerdehiya pirzimanî dibînin, di roja Rojnamegeriya Kurdî de bi serdana Xana Cemil Paşa û Mala Dengbêjan re ku yek jê  cihê dîrokî ye û yê din cihê çandî ye û navendên herî girîng ên bajêr in, serpêhatiyeke jibîrnekirî jiyan.
 
Zarokên zarokistan ên Navenda Krêş û Lênihêrîna Rojane ya Xalxalok û Perperikê ku di bin gerînendetiya Çand û Xizmetên Civakî ya Şaredariya Peyasê de perwerdehiya pirzimanî dibînin bi minasebata Roja Rojnamegeriya Kurdî li cihên dîrokî hatin gerandin. Zarokên biçûk bi eleqeyeke mezin li qadên dîrokî geriyan û guh dan kilamên ku ji aliyê dengbêjan ve hatin gotin. Ew ji temenekî zû ve dewlemendiya mîrateya dîrokî û bi kevneşopiya dengbêjiyê, ku girîngtirîn hilgirên dewlemendiya bajêr in, hatin naskirin. Di vê serdanê de hem kêf kirin û hem jî zimanê Kurdî yê ku fêr bûbûn xurtir kirin. Meraq û kelecana zarokan di seranserê serdanê de diyar bû; mekanên dîrokî, bu çîrok û stranên dengbêjan re pirek di navbera rabirdû û niha ya zarokên biçûk de ava kir.
 
Vê bernameyê ji bo veguhestina nirxên dîrokî û çandî, bo nifşên nû xwedî girîngiyeke mezin e, careke din nîşan da ku perwerdehî ne tenê bi hawîrdora polên dibistanan ve sînordar e.
 
Berpirsiyaran destnîşan kir ku gerên li cihên dîrokî û çandî yên bi vî rengî ji bo pêşxistina ziman û hesta nasnameyê ya zarokan roleke girîng dilîzin û diyar kirin ku çalakiyên wiha dê bên berdewamkirin.
 
Ev xebatên li Peyasê, hem ji bo parastina mîrasa dîrokî û çandî û hem jî ji bo xurtkirina pêwendiya zarokan bi şûnwar û zimanê dayikê re, bi mînakeke giranbûha tê pênasekirin.
 
Di dawiyê de, xwendekarên biçûk li mala dengbêjan stranên zarokan bi dengbêjan re  strandin. Piştî stranan jî, bi dengbêjan re wêneyekî bîranînê kişandin.