Li Tehranê xwendekarên zanîngehê çalakî lidar xistin
- 15:29 1 Çile 2026
- Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Îranê bi hinceta çalakiyên protestoyî yên li dijî krîza aborî û nelirêtiyan, di saetên şevê de bi ser malan de hate girtin û gelek kes hatin binçavkirin. Xwendekarên zanîngehê ji bo berdana binçavkiriyan, li yûrdên xwe çalakiyên ptoestoyî lidar xistin.
Li Tehranê protestoyên gel dewam dikin û zextên hêzên ewlehiyê zêde dibin, li dijî xwendekarên zanîngehê operasyon hatin pêkanîn. Binçavkirin bû sedem ku xwendekar li yûrdên xwe çalakiyên protestoyî bidin destpêkirin. Çalakî duh şev destpê kirin û heya saetên vê siharê dom kirin.
Li gorî medyaya Îranê, xwendekarê Beşa Sosyolojiyê ya Zanîngeha Beheştî, Hasan Musevî şeva çarşemê li mala malbata xwe ya li semta Heravî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hate binçavkirin. Musevî di encama hewldanên saziyên xwendekaran de, piştî çend saetan hate berdan.
Heman şevê ji Zanîngeha Tehranê 2 endamên Konseya Xwendekaran hatin binçavkirin. Hat ragihandin ku evane Sekreterê Têkiliyên bi Gel re ya Konseya Xwendekaran Alî Hasan-Bikian û sekreterê giştî yê berpirsyarê yûrdên zanîngehê Alîreza Hammami ne.
Xwendekarên Zanîngeha Beheştî nerazîbûn nîşanî van binçavkirinan dan û li yûrdên xwe yên li Velencak’ê hatin ba hev û çalakiyên protestoyî lidar xistin. Xwendekaran bi berzkirina dirûşmeyan xwestin ku hevalên wan ên hatine binçavkirin, bên berdan. Protesto tevahiya şevê dom kir, serê siharê li yûrdên keç û kuran car din çalakî destpê kirin.
Konseya Xwendekaran a Zanîngeha Beheştî ragihand ku xwendekarê Endezyariya Elektrîkê Emîr Huseyîn Gholizade yê di dema çalakiyan de hate binçavkirin, di encama zexta zêde ya xwendekaran de hate berdan.
Li Zanîngeha Tehranê jî binçavkirin, dewam kirin. Yekîneya Têkiliyên bi Gel re ya Konseya Xwendekaran a Navenda Zanîngehê ragihand ku Sekretera Konseya Xwendekaran a Fakulteya Zanista Hiqûq û Siyasetê Serîra Kerîmî şeva çarşemê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve li mala xwe hate binçavkirin.
Li gorî medyaya Îranê dema Serîra Kerîmî hate binçavkirin, xwendekarên li malê Arvîn Huseynî, ji beşa sosyolojiyê xwendekarek din û xwendekarê felsefeyê Kowsar Khazaei jî demek kurt ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin. Hat ragihandin ku belgeyên nasnameyên xwendekaran hatin desteserkirin û di rojên pêş de ji bo îfade dayînê wê banî wan bikin.
Serîra Kerîmî sihara pêncşemê derdora saet 04.00’an hate berdan.







