Parêzvana mafê mirovan Nesrîn Sotude hat berdan
- 21:39 13 Gulan 2026
- Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Parêzvana mafên mirovan a Îranî Nesrîn Sotude piştî girtina zêdeyî mehekî, bi kefaletê hate berdan.
Parêzvana mafên mirovan a Îranî Nesrîn Sotude, ji aliyê rayedarên Îranê ve bi kefaletê hate berdan. Keça wê Mehrave Handan agahiyê ji hesaba xwe ya medyaya dijîtal ragihand.
Nesrîn Sotude ku di sala 2012'an de Xelata Sakharov a di qada azadiya ramanê ya Parlamentoya Ewropayê girt, di 1'ê Nîsanê de hatibû binçavkirin. Rayedarên Îranê derbarê sûcên li dijî parêzer de daxuyaniyeke nedan.
Nesrîn Sotude ku berê jî gelek caran hatibû binçavkirin, parêzeriya di serî de jinên ku li dijî neçarîbûna şerpa derdikevin, gelek muxalîf û çalakvanên mafên mirovan kiriye.
Hevserê Sotude, Reza Handan jî ji Kanûna 2024'an ve li girtîgehê ye.







