NY: Li herêmên şer zewacên di temenê zarokatiyê de zêde dibin

  • 19:59 31 Gulan 2026
  • Cîhan
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) diyar kir ku li herêmên şer zewacên di temenê zarokatiyê de bi awayekî berbiçav zêde bûne
  
Berdevkê Sekreterê Giştî yê NY’yê Stephane Dujarric di civîna çapemeniyê ya ku li dar xist de, derbarê zewacên di temenê zarokatiyê de yên li Afganîstan, Yemen û Xezeyê nirxandin kirin.
 
Stephane Dujarric destnîşan kir ku li herêmên pevçûnê yên wekî Xeza, Yemen û Afganîstanê zewacên di temenê zarokatiyê de bi rêjeyeke girîng zêde bûne. Wî da zanîn ku ev rewş bi bandorên şer û krîzên mirovî yên ku şert û mercên jiyana jinan girantir dikin ve girêdayî ye.
 
Stephane Dujarric destnîşan kir ku sedemên sereke yên zêdebûna zewacên di temenê zarokatiyê de nearamî, xizanî, bêkarî û krîza aborî ne û bal kişand ser ku bi taybetî keçên di bin temenê zewaca qanûnî de zêdetir ji vê rewşê bandor dibin.
 
Saziyên ser bi Neteweyên Yekbûyî berê jî gelek caran hişyarî dabûn ku ji ber girankirina zoriyên debarê, hinek malbat neçar dimînin ku keçên xwe di temenê biçûk de bizewicînin an jî li beramberî berdêla madî wan ber bi zewacê ve dibin.
 
Berpirsên NY’yê diyar kirin ku ev tabloya heyî ji aliyê mafên mirovan ve fikarên cidî çêdike.