Li Amedê sûcên şer û torên sûc (4)
- 09:09 31 Cotmeh 2026
- Dosya
Jina ku hewl dide zarokê xwe ji tora sûc biparêze: Tu mekanîzma tuneye
Rozerîn Gultekîn - Şehrîban Aslan
AMED - Kesa ku li dijî çeteyên tiryakê ku zarokan hedef digire têkoşîna xwe didomîne diyar kir ku ji bo zarokê ku xizmê wê ye serlêdan kiriye lê piştgiriyek negirtiye û got: “Divê malbat tenê nemînin lê tu mekanîzma tune ne.”
Li Amedê şahidiyên ku zarok çawa hedef tên girtin, dikevin nav lepê tiryakê de, xetereya ku zarok û ciwan pê re tên rû hev tînin rojevê. Zor û zehmetiyên ku malbat dijîn û mekanîzmayên parastina zarokan ji nû ve tên rojê. Malbatên hewl didin zarokên xwe ji vê çiravê xilas bikin ji tu saziyan piştgiriyê nagirin.
Di beşa dawî ya dosya xwe de em cih vegotinên kesa ku hewl dide xizmê xwe yê zarok ji tiryakê xilas bike.
‘Min qet nedifikirî ku bê serê me’
Jina ku şahidiyên xwe vegot anî ziman ku zarok bi sozên cudu hedef tên girtin û got: “Di nava tirsê de me nizanibû ku çi were serê me. Li dijî vê tabloyê min hewl da rêyeke têkoşînê ava bikim. Ez bi salan di gelek saziyan de bi dildarî li dijî rewşên wisa xebitîm, min têkoşîn meşand. Me dema rewşa zarok dît me got em çi bikin. Me rojekê bêrîka wî de tiryak dît. Ez wê şevê heta sibehê ranezam. Min sazî lêkolîn kirin. Me saziyeke ku piştgiriyê bide me nedît û me cîhaneke ku wî dûr bixin nedît.”
Çend pirs pirsîn û şûnde şandin
Xizma zarokên mexdûr wiha vegot: “Ji bo em zarok ji çeteyan dûr bixin piştgirî pêwist bû. Me serî li AMATEM’ê da lê me encamek negirt. Şaredarî destê qeyûman de bûn. Em çûn AMATEM’ê, psîkolog çend pirs pirsî û min bersiv da û got tu dikarî biçî. Min got ez ji bo rê û rêbaz hatime. Em çûn malê û çend caran li me geriyan û gotin hîna bikar tîne? Wekê din tiştek nekirin. Min lêkolîn kirin. Soberî ji bo vê baş bû. Lê derfetên min tunebûn. Di esasê de xilaskirin hêsane lê rewşa aborî mirovan asteng dike.”
Aliyên ku zarok hev dikşînin
Xizma zarokên mexdûr got zarok bi sozên jiyana luks û têkiliyên hevaltiyê dikevin van hawiran û wiha domand: “Zarokên xwediyên weseayîtan vê pêvajoyê de rol dilîzin. Zarok ji ber bêderfetiya aborî û pirsgirêkên malbatî dikevin van rêyan. Zarokên wesayîtên wan hene, li cihên diyarkirî kom dibin û wekê ku jiyanek xweş dijîn nîşan didin. Zarokên keç pir caran bi vî awayî tên xapandin. Ji ber bêderfetiyên aborî, zarok dikevin vê rewşê.”
‘Me xwe gîhand mala ku zarok lê dimînin’
Xizma zarokên mexdûr da zanîn ku kesên ku zarokan hedef digirin li malên cuda tînin gel hev û got: “Em bi derfetên xwe li xizmê min geriyan. Hinek xanî ji aliyê leşker û polîsan ve hatine kirêkirin. Zarokê me nehat malê bi rojan em bi derfetên xwe lê geriyan. Me şopand û me mala ku li taxa Ofîsê ya lê dima tespît kir. Bi hewldanek mezin me ew ji wir derxist. Rojekê me ji zarok pirsî got li Cadeya Gevran û cadeyên din gelek avahî ji aliyê leşker û polîsan ve rojane tên kirikirin, mase tên danîn û zarokan dibirin wan malan. Zarok got ‘li malê derî li ser me digirtin, digotin em bi saya we xilas bûn. Zarokên 15-16 salî li van xaniyan diman.’ Me hefteyekê xwe negîhand zarokan. Bi awayekî me bi wê û du zarokên keç re hevdîtin kir. Me got hûn jiyanê çawa didomînin. Gotin li Oglakli ya Rezan li Tokiyan xanî girtine. Lê zarok nikarin bi tena serê xwe xanî kirê bikin. Ji bo em zarokê xwe xilas bikin me pir hewl da. Me cih tespît kir û tevî me ji polîs re got mudaxale nekirin. Mekanîzmayên ku zarokan ji van torên sûc biparêzin pêk nayên.”
‘Mekanîzma pêk nayên’
Xizma zarokên mexdûr berdewam kir: “Kesên zarokan hedef digirin, têkiliyên cuda ava dikin. Dema li zarokê xwe digeriyam tehdîdkirin. Jineke bi zarokan re têkiliyê ava dike û dikşîna nav hawirê. Min dît ku zarokê min û du hebên din bi lez li wesayîtê siwar bûn. Ez jî li pey çûm û yek hat got hinek te dişopînin. Dema ez vegeriyam min dît ku komek ciwanên navbera 16-20’an de ji keç û kuran pêk dihatin rûniştine. Hewldan min bitirsînin. Li dijî van torên sûc divê malbat jî xwe lêpirsîn bikin. Her wiha qelsiya saziyan, tedbîrên parastinê pirsgisrêkan girantir dikin. Li gorî min sedema ku ev zarok dikevin nav lepê vê pergalê, mekanîzma û nêzîkatiyên malbatê ne. Saziyên divê zarokan biparêzin berpirsyariyên xwe naynin cih.”
‘Divê malbat tenê neyên hiştin’
Xizma zarokên mexdûr wiha dawî lê anî: “Çete tiryakê didin zarokan û bi xwe ve girê didin. Malbat di têkoşînê de tenê tên hiştin. Divê mekanîzmayên piştgiriya civakî yên zarokan diparêzin bên avakirin. Malbat tenê tên hiştin. Divê alîkariya malbatan bên kirin. Lê mixabin tu mekanîzma tune ne.”







