Li Gimgimê bi sedan kesî çavdêriya lêkolîna JES’ê kir

  • 19:40 2 Mijdar 2026
  • Ekolojî
MÛŞ – Di çarçoveya dozeke ku li dijî SEJ’ê ya ku tê plankirin li navçeyên Gimgim  û Kanîreşê were avakirin de, heyeteke pisporan li qadê lêkolîn kir. Piştî lêkolîna ku ji aliyê bi sedan welatiyan ve hat şopandin, parêzeran bal kişandin ser xetereyên ku proje ji bo qadên jiyanê yên herêmî çêdike.
 
Di çarçoveya pêvajoya hiqûqî ya ku li dijî projeya santrala enerjiya jeotermal (SEJ) ya ji bo navçeya Gimgim a Mûşê û navçeya Kanîreşê ya Çewligê hatiye plankirin de, heyeteke pisporan ku ji aliyê Dadgeha Îdarî ya Çewligê ve hatibû tayînkirin, li qadê lêkolîn kir. Lêkolîna ku cihên ji bo kolana bîran hatine diyarkirin jî di nav xwe de digirt, li gundê Xwarik ê Gimgimê bi dawî bû. Bi sedan welatiyan ev pêvajo şopandin.
 
Parêzerê dozê Bariş Yildirim, piştî lêkolînê axivî û bal kişand ser xeta şikestinê (fayê) ya li herêmê. Parêzer diyar kir ku pêkanîna projeya SEJ’ê dê bibe sedema binpêkirina mafê jiyanê. Parêzer Bariş Yildirim da zanîn ku şîrketê raporên pêwîst ên ji bo projeyê ji rayedarên têkildar wernegirtine û her wiha tekez kir ku proje peymanên navneteweyî yên ku Tirkiye jî îmze kiriye, binpê dike.
 
‘Guh bidin qîrîna ji bo jiyanê ya xelkê Gimgimê’
 
Serokê Baroya Mûşê Kadîr Karaçelîk, berxwedana ku xelkê Gimgimê li dijî projeya santrala enerjiya jeotermal (JES) dimeşînin silav kir û got: “Ez hêvî dikim ku ev mijar ji aliyê saziyên hiqûqî yên têkildar ve bi awayekî aqilane were nirxandin û qîrîna ji bo jiyanê ya xelkê Gimgimê were bihîstin.”
 
‘Em ê wekî beşek ji vê berxwedanê tevlî we bibin’
 
Ji Baroya Wanê Parêzer Rojhat Ozgokçe wiha anî ziman: “Heke guhertinek çêbibe, ev dê bi saya berxwedana we pêk were. Em baş dizanin ku pêvajoyên hiqûqî çawa dimeşin. Hûn ji her kesî çêtir dizanin ka çi planên ku di berjewendiya şîrketan de ne, tên amadekirin. Em ê wekî beşek ji vê berxwedanê tevlî we bibin.”
 
Axaftin bi çepikan bi dawî bûn.