
ROJEVA 11'Ê NÎSANA 2025'AN
- 09:00 11 Nîsan 2025
- Rojev
*Di pêkanîna şoreşa jinê de,divê heqîqeta jinê baş bê destgirtin û bi zimanekî baş bên ragihandin. Ji ber vê jî heqîeta jina azad divê bi jineolojî û îdeolojiya jinê bê destgirtin û şoreş bê hûnandin. JI NÎQAŞÊN JINEOLOJIYÊ
*Rojnameger, nivîskar û rexnegira Kurd Evrîm Alataş 14 sal berê îro jiyana xwe ji dest da. Xwişka wê Mukaddes Alataş wiha got: “Evrîmê yek tiştek digot ‘Min li dijî nexweşiyê têkoşîn nedaba min ê tiştên hîn cuda bikirana.” DÎMEN HEYE
*Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo dayika xwe Uveyş Ocalan digot "Ez herî zêde ji dayika xwe fêrî rastiya jiyanê, sebr û girîngiya rumetê bûm." Uveyş Ocalan 32 sal berê jiyana xwe ji dest da û ji bo gelekî mîrateya berxwedan, heqîqet û serînetewandin hişt. PORTRE
*Sekretera Giştî ya PÎA Menîce Rumeysa Gulmez, der barê banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de nirxandin kir û got: “Heta niha me gavek şênber nedîtiye. Ev gav her tim ji Kurdan tê payîn. Dixwazin Kurd xwe feda bikin.” DÎMEN HEYE