Ji bo Sirri Sureya Onder merasîma bibîranînê hat lidarxistin

  • 11:21 4 Gulan 2025
  • Rojane
 
 
STENBOL- Merasîma bîranînê ya ji bo Sirri Sureyya Onder bi beşdariya bi sedan kesan hate lidarxistin, peyama ku têkoşîna aştiyê dê ji hêla gel ve bi ser bikeve hate dayîn.
 
Endamê Şanda Îmraliyê û Alîkarê Serokê Meclîsê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sirri Sureyya Onder duh li nexweşxaneya lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Ji bo Sirri Sureyya Onder li Navenda Çanda Ataturk (AKM) ya Taksîmê merasîma bîranînê hat lidarxistin.
 
Malbata Sirri Sureyya Onder, Hevserokên DEM Partiyê, Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk, parlamenterên DEM Partiyê, Dayikên Aştiyê, nûnerên Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Gel a Komarî, Partiya Deva, Partiya Saadetê û Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP), gelek nûnerên partiyên siyasî, nûnerên sendîkayan, parêzvanên mafên mirovan, nûnerên rêxistinên civaka sivîl, hunermend û gelek welatî beşdarî merasîma bîranînê bûn.
 
Merasîma bîranînê
 
Merasîma bîranînê wê bi axaftina vekirinê dest pê kir û piştre deqeyek rêz hat girtin û sînevîzyona têkoşîna Sirri Sureyya Onder hat nîşandan. 
 
Keça Onder, Ceren Onder Kandemîr ji bo bîranîna bavê xwe axaftineke kin kir. Ceren Onder Kandemîr ku hêsir dibarand, got: “Ez kengî hewl bidim tiştekî binivîsim, li bavê xwe digeriyam û min nivîsa xwe li ser telefonê jê re bideng dixwend. Ez û ew tenê yekkes bûn. Weke ku ji xwe re bixwînim min dixwend. Min xeletiyên xwe didît.” 
 
 
Nameya ji bo bavê xwe xwend
 
Ceren Onder Kandemîr piştre jî nameya ji bavê xwe re nivîsandî xwend. Name wiha ye: “Bavo, hemû rengên jiyanê çûn. Jiyana ku ez dizanim, qediya. Niha, jiyaneke nû dest pê dike. Jiyaneke tije tirs, bi nediyariyan tije. Jiyaneke ku êdî îxtîmala tiştên beriya niha min qet nebihîstî ji te bibihîsim tune bûyî. Ji roja xwe nas dikim heta niha her tim bi tirsa windakirina te jiyam. Ev tekane kabûsa min, zeafa min, êşa min, kelegiriya di qirika min de, êşa canê min bû. Tu ewqas baş bûy, ewqas bêhempa bûy ku min digot ‘ev zilam tenê bi mirina xwe dikare bi min êşê bide kişandin.’ Kemana min di nîvşevê de lê dixist, dengê cimbiş, dengê udê, helbestên te di carekê de jiber dixwendin, rojê pênc caran û qehweyên ku her cara bi kelecaneke mezin em lê dihatin cem hev ku dibêjî qey cara ewil hev dibînin, malên ku ji bo te teng diman, dilnehiştina te, xêrxwaziya te, nexeyîdîna te ya ji tu kesî, tirsa te ya ji şikandina dilan, tirsa te ya ji şikandina rûmeta kesan... Bi gotina ‘bavo dilê min şikestiye’ li te digeriyam. ‘Bavo ez grîp bûme, bavo kuxika min naçe, bavo pisîka min mir, ez aşiq bûm, xew neçû çavê min...’ Ez ji bavtiya te pir têr bûm, tiştên te heta niha dane min ne tenê bi têrî min, bi têrî kurê min û zarokên wî jî dike. Biqasî ku pêdiviya min bi bavekî nemîne te ez têr kirim. Lê ji dostaniya te têr nebûm. Ma mirov ji wê dostaniyê têr dibe? 
 
Niha dixwazim hêrs bibim. Te got; ‘Du hefte piştre dê protokola aştiyê were îmzekirin, piştre em rehet in, ez ê emeliyat jî bibim.’ Dixwazim xwe ji gotina te ya ‘Ma dê di du hefteyan de çi bibe?’ aciz bikim. Grevên birçîbûnê, ji îşkenceyên li girtîgehan... Ji ber ku tu tenê bi xwe re eleqeder nebûyî dixwazim xwe ji te aciz bikim, li nikarim vê bikim. Ji ber nameyeke te ji Girtîgeha Kandirayê ji min re şandibû nikarim xwe ji te aciz bikim. Te gotiye ‘Te jî bavekî ku tu rêyên te de bimeşe tune, tu armancên xwe tune lê her carê ne li cem min nedixwest.’ Ma min niha nedixwest ku tu niha mecbûr nebî biçî. Te digot; ‘Ji bo kesên li dijî te bihêrs, ji ber xizanî û bêpariya xwe bihêrs neke.’ Ji roja tu ji dayik bûyî heta niha emrê te di nava xizanî, bêparî û êtimiyê de derbas bû. Ka te ev hêrsa xwe di ku de veşart? Min ew qet nedît. Bawerim te di dilê xwe de veşartiye. Bavo, bêyî ku milkê te hebe, bêyî ku fanêleyê duyemîn bikirî, bêyî ku ji kesekî tiştekî bixwazî, bêdeyn bêxerc, ne qirika xwe lê bi xweyîkirina rûmeta xwe te ji vê dinyaya lê dijî koç kir û diçî. 
 
Dema li ser çûyînê, te parek ji keyfxweşiya xwe jî ji Can û Yasîn re hişt, lê te tevahiya rengê xwe bir. Dema ji te têr bûm, wê demê min karî hezkirina xwe bidim te. Min her roj ji te re got ku ji te hez dikim. Dema ji te têr bûm, min tu maç kirî, min tu bêhn kirî. Bila niha hemû rengên min jî bo te bin. A rast tu dê li wir dostên xwe jî bibînî (Xwişka Gulten, xwişka Pervîn li ku ne?)  Êdî bêhna xwe vede qulingê min. Em ê baş bin. Em ê her tim qala te ji bo zarokan bikin. Her çend henekên te di devê me de baş rûnenin jî em ê hewl bidin zehr bikin. Di dilê min de niha hêminiyeke ku baş nikarim vebêjim heye. Hêminiya wê ye ku êdî dizanim tu mecbûr nînî têbikoşî. Di roja dawî ya ku me tu li ser pêyan dîtî de, te poşetekî têde pirteqal û qutiyeke hêkan tê de hebûn dabû me. Ji bo Can, her tim di berîkeke te de mandalîn û di berîka din de jî mehîta fistiqan hebû. Ez ê hezkirina te ya ji bo hingivên di qutiyên tenekeyê de û tesîsên bêhnvedanê ji bîr nekim. 
 
Te digot heta daweta Cano nebînim ez ê neçim. Tu soz nebûn ku te bicih ne anî, ma tu diçî? Te dixwest aştiyê bibînî. Dema zarok êtîm diman dilê te parçe dibû. Devê te ji şîr qet nedişewitî. Aştî bû çi bû nizanim; min li korîdorên nexweşxaneyê di nava qelebalixa bêçîn, bêal, xemgîn û bihêvî de tiştekî dişibiya aştiyê dît. Bila çavên te vekirî nebin û hişê te li ser me nemîne. Bi rêzikên helbestên ku te bi wî dengê xwe yê xweşik ji min re dixwend; ‘Dizanim, baran careke din ber bi jor ve nabare. Êdî naêşe û şopa kêrê jê diçe. Lê tu bayek dê nekare cihê te yê vala mayî tije bikin. Ji jiyanekê ber bi jiyaneke din ve, cihê qulingên bi hev re difirin li asîmanan.’ Ez bi te serbilind im.” 
 
Piştre birayê mezin ê Sirri Sureyya Onder Alî Onder axaftinek kir û peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo bîranîna Sirri Sureyya Onder şandibû hat xwendin.
 
Peyama Abdullah Ocalan wiha ye: 
 
“Ji bo bîranîna birêz Sirri Sureyya Onder,
 
Bi wefata birêz Sirri Surreya Onder xemgiyek mezin di dilê me de runişt. Mirovekî pir bi nirx, ewladê rastîn yê gel bû. Kevneşopiya Anatolya û Tikmen ewladekî xwe yê mezin winda kir. Hemû civak û gelên erdnîgariya me rêhevalekî xwe yê mezin winda kir. Ez li hember bîranîna wî rêzdariyek mezin nîşan didim. Di 27’ê Sibatê de di hevdîtina me ya dawî de gotina dawî ya me li bangê zêde kir bi destê xwe nivîsî û xwest bixwîne. Ji bo jiyanek bi hev re ya aştiyane, kedkariyek wî ya mezin heye. Ji bo hemû geşedanên neyînî veguherîne erênîbûnê xwedî hunerek mezin bû. Nasnameya aştiyeke rastîn û çanda aştiyê bû.
 
Pir baş dizanibû ku wê aştî û pêvajoya aştiyê bi me bide qezenckirin. Ev hesreta wî ya herî mezin bû. Ev hêvî tu car nikare nîvco bê hiştin. Ji bo me hemûyan ya girîng ve ku vî rihî bibin aştiyê û bi navê Sirri Sureya Onder tacîdarkirine.
 
Ji bo malbat, dost, hezkirî û hemû gelê me sersaxiyê dixwazim.  Serê me hemûyan sax be.”
 
'Bi milyonan di şexsê de te çîroka xwe dîtin'
 
Tulay Hatimogullari jî wiha got: "Duaya her kesî ew bû ku Onder vê nexweşiyê derbas bike û di nav me de be, lê mixabin pêk nehat. Li ser navê partiya me em spasiyên xwe pêşkêşî her kesî dikin. Her wiha em ji kedkarên tenduristiyê û xebatkarên çapemeniyê yên bi şev û roj dixebitin û seferber bûne re spas dikin. Di dema nexweşiyê de bihembêzkirina hemû beşên civakê, peyama civaka demokratîk û aştiyê hebû ku Onder hewl dida pêk bîne. Di vir de ev hesta yekgirtî heye; Sembola hesreta aştî, demokrasî û hesreta li vê xakê bû. Tu ne tenê nivîskar, hunermend û siyasetmedar î. Bi milyonan di şexsê de te çîroka xwe dîtin.
 
Çîroka jiyana te çîroka jin û xizanên li vê erdnîgariyê bû. Ji ber vê yekê gelekî dilsoj e. Te karî her êşê derbas bikî. Me digot qey ew dê vê derbas bike, lê ew nekir. Te gelekî li ber xwe da, lê nebû. Nexweşiya te di civakê de roleke yekgirtî lîstiye. Çi dibe bila bibe te ji bo aştiyê zor lê kir. Ji bo Tirk, ji bo Kurdan, ji bo Ereban, ji bo hevrêyê we yê li sirgûnê. Ji bo dawî li rondikên dayikên Tirk û Kurd bê anîn we hewl dan. Ji bo Banga Aştî û Civaka Demokratîk we gelekî hewl da. Baweriya we ya bi aştiyê li ber pêkhatinê ye. We di vê têkoşînê de berdêlên giranbuha dan. Li hemberî hemû hevrêyên me yên di vê têkoşînê de berdêl dan bi rêzdarî bejna xwe ditewînim.
 
'Em ê te tu carî ji bîr nekin'
 
Rêya aştî, edalet û demokrasiyê zirav, zirav û tûj e. Te got, 'Em ê bi ser bikevin, em ê aştiyê pêk bînin'. Haya we ji zemîna pevçûnê ya ku agir gur dike û dixwazin Rojhilata Navîn bikişînin nava xwe, hesiyan. Haya we jê hebû ku pêwîstiya hemû meşên jiyanê bi aştiyê heye. Ji ber vê yekê dilê te westiyaye. Te got, 'Aha, wê vê carê biqewime, em ê bi ser bikevin'. Em ji vê bawer dikin. Bi Xwedê em ê bi ser bikevin. Gotina te qet li erdê namîne. Vê carê teqez em ê bi ser bikevin, ezbenî. Bila soza me ji bo her kesên ku li vê xakê berdêlê didin hebe. Oxir be hevrêyê me yê hêja. Em ê te tu carî ji bîr nekin."
 
'Teqez em ê aştiyê bînin'
 
Pervîn Buldan axivî û wiha got: “Ji te xatir xwestin pir zehmet e Sirri. Ez ê nikaribim xatir ji te bixwazim. Tu rêhevala min bûyî, hevalê min bûyî Sirri. Di vê rêyê de, hevalê Kurdan Sirri em tenê hişt. Pir zor e ku tu xatir ji te bixwazim. Tu ne tenê Onder nîn î. Tu tirk bûyî, tu kurd bûyî, tu elewî bûyî. Tu dar bûyî, tu kenî, tu gula parqa Gezî bûyî. Ji bo her kesê ku nefese digire delal bûyî. 18 rojan tu bi dilê xwe yê birîndar li nexweşxaneyê li qata lênerînê ya giran radiwestî. Te her nasname, her bawerî anî cem hev. Bila çavê te li paş nemîne, aştiya civakî pêk hatiye. Lê niha dema aştiya mezin e. Te ne can xwest ne jî xwîn. Te em terikandin. Cihekî li quncika herî bedew a bihuştê ji bo te hatiye veqetandin. Baş razê, Sirri. Ji wir, bikene û ji me re destê xwe bihejîne. Em ê xeyalên te pêk bînin. Em ê emanetê ku we ji me re hiştiye bi cih bînin. Em ê bi dayika Tirk û dayika Kurdê re mil bidin hev. Em ê destê dayika polîs û dayika gerîla bigihînin hev. Aştiyek mezin dê bê vî welatî. Te her tim ev xeyal dikir. Te barekî ewçend mezin da ser milê min ku em ê vî barî bi hemû gelan re hilgirin. Teqez em ê aştiyê bînin.”
 
Piştî merasîma cenaze ji bo nimêja cenaze birin Mizgefta Levent Barbaros.