Kesên ku di terteleya Dêrsimê de hatin qetilkirin, hatin bibîranîn
- 16:14 4 Gulan 2025
- Rojane
DÊRSIM - Kesên ku di terteleya Dêrsimê de hatin qetilkirin, tên bibîranîn. Wê meşek di çarçoveya bibîranîna salane ya 88'emîn salvegera Şoreşa Dêrsimê de hat lidarxistin.
Bi boneya 88'emîn salvegera terteleya Dêrsimê li kolana hunerê ya navenda Dêrsimê meşek hat lidarxistin. Komeleyên Elewiyên Demokratîk (DAD), Rêxistina Bajarê Dêrsimê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Rêxistina Bajarê Dêrsimê ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), gelek sazî û rêxistin û welatî beşdarî meşê bûn. Di meşê de posterên Pîr Seyît Riza û pankarteke reş hatin hilgirtin.
Piştî deqeyek rêzgirtinê li Qada Seyît Riza serokê Federasyona Komeleyên Dêrsîmê (DEDEF) Alîriza Bîlîr axivî û diyar kir ku ew di 88'emîn salvegera qirkirinê de kesên jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînin. Bîlîr da zanîn ku li Tirkiyeyê gelek qetlîam pêk hatine û wiha got: “Li Dêrsimê bi deh hezaran mirovên me hatin qetilkirin, cih û warên me hatin şewitandin, aqûbeta mirov û keçên ku ji warên xwe hatin derxistin û hatin sirgûnkirin nayê zanîn. Piştî tevkujiya fîzîkî, wekî ku di raporên Dersîmê de jî tê texmînkirin, pêvajoya asîmîlasyona çandî bi awayekî fîîlî ket meriyetê.”
Alîriza Bîlîr diyar kir ku ew hovîtiya li Dêrsimê pêk hatiye şermezar dikin ûwiha got: "Em yek ji gelên qedîm ên van xakan e. Bila li hemberî me rêz bê girtin û em bên qebûlkirin. Û em banga rûbirûbûnê dikin û li cîhanê mînakên vê hene.”
Serokê Komeleya Pîr Sûltan Abdal Cûma Erçe bal kişand ser girîngiya rûbirûbûna bi dîrokê re û wiha got: "Sedema bingehîn a ku em îro demokrasiyê tine dihesibînin û edaletê tine dihesibînin, nikarin bi dîrokê re rû bi rû bimînin. Ji ber vê yekê, komara nû ya ku heta deynên Osmaniyan mîrate kir, bi feraseta zîhniyeta yekperest û tinekirinê ya Osmaniyan hat. Ji ber vê yekê divê em ne tenê bi dîroka komarê re, di heman demê de tevahiya dîroka beriya xwe rû bi rû bimînin."
Serokê Rêxistina Partiya Kedê (EMEP) ya Dêrsimê Ergîn Tekîn wiha got: "Ev komkujiyek bi armanca tinekirina çand, bawerî û nasnameyekê bû. Û gelê Dêrsimê 88 sal in êşa vê dikişîne. Em her sal li vir daxuyanî, çalakî, bîranîn li dar dixin."
Endamê MYK’ê ya ESP’ê Orhan Çelekî xwest berpirsyarên komkujiyê hesab bidin.
Hevberdevka Komîsyona Gel û Baweriyan a DEM Partiyê Yuksel Mûtlû di destpêka axaftina xwe de ji xizmên Endamê Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder re sersaxî xwest ku duh jiyana xwe ji dest dabû. Yuksel Mûtlû wiha got: "Sedema ku em îro li vir li hev kom bûne, êş, hovitiyeke 88 salî ye, qirkirineke Dêrsimê ye ku em li dijî vê yekê bi qulkirina erd û ezmanan bi qîrîna gel û kalûpîrên xwe têdikoşin û dewam dikin. Em behsa êşa 88 salan ên bênavber dikin, ku em jê re dibêjin qirkirin. Eger rûbirûbûn nebe, em nikarin qala demokrasiyeke li Tirkiyeyê bikin.”
Serokê Federasyona Komeleyên Elewiyan ên Ewropayê Huseyîn Mat bal kişand ser pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd û anî ziman ku Elewî herî zêde aştiyê dixwazin.
Di dawiyê de Hevserokê Komeleyên Elewiyên Demokratîk (DAD) Zeynel Kete axivî û got: "Gorên şehîdên me, pîr û canên me yên di vê oxirê de jiyana xwe ji dest dane nayê zanîn. Ji ber ku gorek hebe ew e ku xwedî nirxek, cihekî pîroz, dîrokek, bîranînek be. Eger goreke te hebe, çîrokek wê heye. Di baweriya Elewiyan de gor cihê herî pîroz e. Ziyareta we ye. Em pirsgirêkên xwe li ser goran çareser dikin. Eger îro me bê gor bihêlin; me bê çand, bê dîrok, bê ziman dihêlin. Em ê ti carî, ti carî vê qebûl nekin."