Ji Hura Nîkbext hat xwestin dawî li çalakiya xwe bîne

  • 16:10 4 Gulan 2025
  • Rojane
  
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Kampanya ‘ji Werîşe Muradî re azadî’ daxwaz ji girtiya siyasî Hura Nîkbext ya ku 11 roj in li girtîgeha Evînê li dijî zêdebûna cezayên darvekirinê di greva birçîbûnê deye kir ku dawî li çalakiya xwe bîne. Ji Hura Nîbext re hat gotin: “Dengê te hat bihîstin, parastina we îlham bexşe. We carek din mijara darvekirinan xist rojeva raya giştî.”
 
Kampanya ‘ji Werîşe Muradî re azadî’bi daxuyaniyekê daxwaz ji girtiya siyasî Hura Nîkbext ya ku 11 roj in li girtîgeha Evînê li dijî zêdebûna cezayên darvekirinê di greva birçîbûnê deye kir ku dawî li çalakiya xwe bîne.
 
Di daxuyaniyê de tê gotin: “Dengê te hat bihîstin, daxwaz ji te dikin ku di vê dema hestiyar de dawî li çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bînî û jiyana te rizgar bibe. Daku mil bi milê me di berxwedan û xebatê de berdewam bî. Parastina we îlham bexşe.”
 
Di dewamê de hatiye diyarkirin ku Hura Nîkbext bi vê biryara xwe ya bi cesaret bedena xwe ji bo parastinê xist mertal û wiha dom dike: “Ji hemû kesê zêdetir karî şer li dijî van kiryaran bikî. Çalakiya we dengvedanek berfireh bi xwere anî û carek din mijara cezayên darvekirinê xist rojeva raya giştî.”
 
Mamostaya Zanîngehê piştî di 13’ê Hezîrana 2024’an de ji bo liqa 3 ya Dadgeha Giştî ya Evîn hate vexwendin, hate binçavkirin û ji bo girtîgeha Evînê hate şandin. Di Tebaxa 2024’an de liqa 26 ya Dadgeha Şoreşê ya Tehranê bi tometa ‘propagandaya dijî dewletê, heqareta beramberî rêberê olî yê bilind ê Îranê’ bi salek cezayê girtîgehê hate mehkûmkirin. Di heman demê de nexweşiya penceşêra rehmê bi Hura Nîkbext re heye.