
ROJEVA 28'Ê NÎSANA 2025'AN
- 09:00 28 Nîsan 2025
- Rojev
* Li Asyayê keda jinê ne tenê binpêkirinê, dîroka berxwedan û têkoşîna azadiyê jî dinivîse. Jinên karker ên Hîndîstanê li qadên 1’ê Gulanê hewl didin keda wan a nayê dîtin bê dîtin. DOSYA
* Dayika girtiya nexweş Şîvekar Ataş, Rabîa Ataş balkişand ser girîngiya banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Divê serok û girtiyên nexweş bên berdan. Em aştiyeke bi edalet dixwazin.” DÎMEN HEYE
* Nûray Sanga ku 11 salin esnafiyê dike ji ajansa me re der barê xizaniya jinan de axivî û got: “Jin serê sibê heta êvarê dixebitin. Ji ber vê nikare bê gotin jinên naxebitin tuneye. Keda jinan nayê dîtin. Hem mêr, hem civak hem jî dewlet nabîne.” DÎMEN HEYE
*Narîn Gezgor da zanîn ku DBP’ê bi dirûşmeya ‘em bi jina azad civaka demokratîk ava dikin’ wê ji meha Gulanê şûnde dest bi xebatên rêxistibûnê bikin û da zanîn ku li dijî polîtîkayên şerê taybet wê li hemû qadan xebatên rêxistibûnê bimeşînin. DÎMEN HEYE