
Li Amedê panela 'Di avakirina aştiyê de jin'
- 15:11 3 Gulan 2025
- Rojane
AMED - Di panela aştiyê ya ku bi pêşengiya KESK’ê hat lidarxistin de hat diyarkirin ku jin ji pêvajoyê hatine dûrxistin û wiha hat gotin: “Dema em li mînakên gelek deverên cîhanê dinêrin, mixabin ne pêkan e ku pêvajoyeke aştiyê bêyî jinê civakî û mayînde bibe."
Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger ên Tirkiyeyê (DÎSK), Yekîtiya Odeyên Endezyar û Mîmarên Tirk (TMMOB) û Odeya Tabîban a Amedê li Navenda Kongre û Çandê ya Çand Amedê panela bi navê "Di avakirina aştiyê de jin" li dar xistin. Dayikên Aştiyê, Hevşaredarên DEM Partiyê û gelek saziyan jinan beşdarî panelê bûn û pankartên bi dimilkî û tirkî yên bi nivîsa "Dî avakirina aşiyê de jîn (awandakerdişê aştî de cînî)" û "Jin wê hem biharê hem jî aştiyê bîne" li salonê hatin daliqandin. Her wiha jinan gelek caran dirûşma “Jin jiyan azadî” berz kirin. Beriya axaftina vekirinê ya panelê jinan ji bo bîranîna jinên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz girtin.
Axaftina vekirinê ya panelê ji aliyê Hevseroka Şaxa SES'ê ya Amedê Yildiz Ok Orak ve hat kirin.
‘Aştî nebûna şer e’
Yildiz Ok Orak bal kişand ser wê yekê ku çima jin di pêvajoyê de cih nagirin û got, "Dema ku em li mînakên gelek deverên cîhanê dinêrin, mixabin pêvajoya aştiyê bêyî jinan ne pêkan e ku civakî û mayînde bibe. Hemû pêvajoyên aştiyê yên bêyî jin ber bi rewşeke ku bi têkçûnê diçin. Aştî nebûna şer e."
Rojnamegerên hatin qetilkirin û girtî hatin bibîranîn
Yildiz Ok Orak 3'ê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê jî bi bîr xist û got, "Gelek kedkarên me yên çapemeniyê yên di şer, aştî û têkoşîna demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane hene. Em nikarin di rojeke wiha de wan ji bîr bikin. Xebatkarên me yên çapemeniyê yên girtî jî hene, em ji vir silavên xwe ji wan re dişînin."
Piştî axaftina vekirinê panel ji çapemeniyê re girtî hat dewamkirin.
-