
Mêrê tundî li jinekê kir hat girtin
- 19:23 3 Gulan 2025
- Rojane
MUGLA - Gumanbar A.Koç yê tundî li jina bi navê Bîrsen D ya li kargeriyê pê re dixebitî kir, li ser bertekên jinan hat girtin.
Li taxa Turgutreîs a navçeya Bodrum a Muglayê li marketekê gumanbar A. Koç tundiya fîzîkî û destdirêjî li Bîrsen D kir. Piştî betekên rayagiştî gumanbar A. Koç hat girtin. Platforma Jinan a Bodrumê daxuyaniyek da û li ser çapemeniya civakî ji bo girtina gumanbar bertek nîşan da.