Zubeyde Înce: Divê jin kefenê koletiyê biqelişin

  • 09:02 4 Gulan 2025
  • Rojane
  
 
Elfazî Toral
 
STENBOL- Ji Meclîsa Jinan a Sultangazî ya Stenbolê Zubeyde Înce balkişand ser tundî û qetilkirinên jinan û got: “Ya jinan qetil dike zîhniyeta mêr e. Divê jin kefenê koletiyê yê lê hatiye ferzkirin biqelişîne. Divê jin ji bo xwe û zarokên xwe biryarên radîkal bigirin.” 
 
Tundiya li ser jinan her diçe zêde dibe û bi destê darazê polîtîkayên bê cezahiştinê cesaretê didin gumanbaran. Jin li dijî van pêkanînan têkoşîna xwe mezin dikin û alternatîfên xwe diafirînin.
 
Endama Meclîsa Jinan a Sultangazî ya DEM Partiyê Zubeyde Înce der barê mijarê de axivî.
 
Zubeyde Înce da zanîn ku yên herî zêde ji şer bandor dibin jinin û got: “Hertim zîhniyeta mêr biryara şer dide. Bedela vê jî jin didin. Ez li navçeya Sultangazî rudinim. Di demên dawî de qetilkirina jinan zêde bûye. Ev hovîtiyek mezine. Divê ev bê lêkolînkirin. Divê der barê qetilkirinên jinan de li meclîsê komîsyon bê avakirin. Ya jinan qetil dike zîhniyeta mêre. Yên Peymana Stenbolê rakirin û jinan qetil dikin xwedî heman zîhniyetê ne. Ev pirsgirêk ne tenê pirsgirêka kujerane, ya wezareta pwerwerdehiyê, ya wezareta diyanetê ye. Çima wisa dibêjim ji ber perwerdehiyek wekheviya zayendî tune ye. Çima serokê diyanetê di fetwa înê de nabêje jin û mêr wekhevin. Ji ber ne li hesabê wan e.”
 
‘Zîhniyeta mêr bi darazê bawer dike’
 
Zubeyde Înce wiha dirêjî dayê: “Sedema qetilkirinan polîtîka bêcezahiştinê ye. Li Stenbolê mirov ditirsin bi şev derkevin derve.  Jin ditirsin. Mêrên vê hovîtiyê dikin  hêza xwe ji darazê digirin. Mirov ji ber fikr û nêrînên xwe bi salan di zindanan de dimînin. Lê kujerên jinan tê girtin û piştre tên berdan. Kujer hêzê ji darazê digirin, dizanin wê bi cil û berg, kravatê  ji rewşa baş fêdeyê bigirin.”
 
‘Divê kefenê koletiyê biqelişên’
 
Zubeyde Înce destnîşan kir ku divê jin tundiya dibîne veneşêre û divê her jinek hevalek wê ya pê bawer dike hebe. Zubeyde Înce wiha daxuyand: “Divê jin bi rêxistinên jinan re bikevin têkiliyê. Divê her jinek hevalek wê ya samîmî hebe. Divê bikaribin xwe bigihînin saziyên parastina mafê jinan dikin. Tu jin ne tenê ye. Pirsgirêkek hebe teqez wê bê çareserkirin. Divê jin kefenê koletiyê yê li wan tê ferzkirin biqelêşînin. Jinek xwedî hişmendî ne tenê xwe, yên piştî xwe jî xilas dike.”
 
‘Em ê bi ser kevin’
 
Zubeyde Înce balkişand ser banga ‘aştî û civaka demokratîk’ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de kiriye û wiha vegot: “Mirovan gelek êş kişandin. Dayik pir giriyan. Divê her kes guh bide banga Birêz Ocalan. Gelê kurd û civakan bedelên mezin dan. Divê ev êş bidawî bibin. Em jin wê teqez aştiyê bînin ser vê axê. Em ê teqez biserkevin.”