DEM Partiyê civîna MYK’ê betal kir

  • 17:44 3 Gulan 2025
  • Rojane
ENQERE - Hevserokên giştî yên DEM Partiyê, endamên MYK’ê û Koma Meclîsê, civîna MYK’ê betal kirin û ji bo şîna Sirri Sureyya Onder berbi Stenbolê ve ketin rê.
 
Endamê Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê  û Serokwekîlê Meclîsê Sirri Sureyya Onder li nexweşxaneya dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. 
 
Hevserokên giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari, Tuncer Bakirhan endamên MYK’ê û Koma Meclîsê, civîna MYK’ê betal kirin û ji bo şîna Sirri Sureyya Onder berbi Stenbolê ve ketin rê. Hat hînbûn ku wê agahiyên der barê şîn û cenazeyê de piştre bê parvekirin.