Li Helebceyê pêşangeha jinên şêwekar

  • 15:16 6 Gulan 2025
  • Çand û Huner
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Helebceyê pêşangehek jinên şêwekar hate vekirin, jinên şêwekar diyarkirin ku vekirina pêşangehan dibe sedem ku jin hîn zêdetir bawerî bi xwe û hêza xwe bînin.
 
Li parka Rêveberiya Giştî ya Rewşenbîrî û Hunerî ya Helebceyê duyemîn pêşangeha şêwekarî ya 12 jinên şêwekar bi navnîşana ‘Hunera jinan neynika bedewiya jiyanê ye’ hate vekirin.
 
Derbarê armanca pêşangehê de jinên şêwekar ji ROJNEWS'ê re axivîn. Jina şêwekar ya bi navê Şinê Kerîm got; “Tevlîbûna vê pêşangehê ji bo min cihê kêfxweşiyê ye, ji ber ku vekirina pêşangehên wiha wedike ku jin hîn zêdetir bawerî bi hêza xwe bînin û hêza xwe nîşan bidin.”
 
Şêwekara jin ya bi navê Selwa Mistefa jî ku bi tabloyên xwe tevlî pêşangehê bûye dibêje; “Vekirina pêşangehên bivî awayî gelek girîng in, ji ber ku rol û hêza jinan ya di nava civakê de nîşan dide. Jin li Helebceyê di warê hunerî de xwedî astek başin, lê pêwîstiya wan bi piştgiriyê heye.”