Polîtîkaya tenduristiyê ya dewletê: Jinan ji nedîtîve bê!

  • 09:05 8 Gulan 2025
  • Tenduristî/Werzîş
ÎZMÎR - Sekretera Jinan a Şaxa Hejmara 2'yan a SES'ê ya Îzmîrê Dr. Sîbel Uyan da zanîn ku di alî xwegîhandina xizmeta tenduristiyê de zehmetiyên ku jin dikşînin roj bi roj zehmet dibin û nebûna polîtîkayên tenduristiyê ya jinan û nêzîkatiyên li hember penaberan, girêdayê polîtîkaya dewletê ye.
 
Li Tirkiyeyê xwegîhandina xizmetên tendirustiyê roj bi roj zehmet dibin û bêguman  ên herî zêde bandor dibin jinin. Xizmetên Tenduristiyê yên Asta Yekemîn ku ji derveyê bajar in, xwegîhandina xizmetên tenduristiyê bê derfet dihêle.
 
Sekretera Jinan a Şaxa Hejmara 2'yan a SES'ê ya Îzmîrê Dr. Sîbel Uyan der barê mijarê de axivî. Sîbel Uyan da zanîn ku di pirsgirêkên tenduristiyê di alî jinan de hîn girantir in û got: “Sedema vê ji aboriyê serbixwe nîne, ji zextên civakê serbixwe nîne. Tundiya li ser jinan roj bi roj zêde dibe. Li Tirkiyeyê nexweşxaneyên bajar hene lê di alî xwegîhandina van nexweşxaneyan de pirsgirêk hene. Berê jin dikaribûn biçin navendên tenduristiya malbatê ya li taxa wan. Niha bi zarokên xwe re neçar dimînin biçin nexweşxaneyên bajar. Jin ne tenê tenduristiya xwe, ya zarok, hevjîn û malbata xwe de di bin bar de ne. Di alî girtina randevuyan de pirsgirêkên mezin tên jiyîn.”
 
‘Kontrola welidînê li ser jinan bar kirine’
 
Sîbel Uysal di berdewamiyê de ev tişt anî ziman: “Tenduristiya jinan li gorî kesên din ên civakê hewcedariyên cuda û taybet dihewîne. Li Tirkiyeyê pêkanînên kontrola welidînî li ser milê jinan hatiye barkirin. Lê divê ev berpirsyariyek hevpar be. Berê dermanên kontrola welidînî di xizmetên tenduristiyê ya asta yekem de dihatin dayîn. Lê îro dest ji vê berdane û tenê prezervatîf tên temînkirin.”
 
‘Rakirina kurtajê berê jinan didin çareseriyên din’
 
Sîbel Uyan got biryara kurtajê biryareke ku jin divê bide ye û got: “Her çiqas di malbatê de biryarek hevpar be jî , li nexweşxaneyên cemwerî kurtaj hatiye rakirin. Ev jî bandorê li jinan dike. Ji ber vê jin berê xwe didin rêbazên ne tendurist û ev jî tenduristiya jinan tehdîd dike. Li Tirkiyeyê polîtîkayek tenduristiyê ya giştî ya der barê tenduristiya civakê de nayê pêşxistin. Di sektora tenduristiyê de nêzîkatiya bazirganî û karê hîna didome. Em wek SES’ê xizmeteke tendurisityê ya wekhev, mirov dikarin xwe bigihînê ne, bê pere û bi zimanê dayikê dixwazin.”
 
‘Xizmeta bê pere bi awayekî fîlî bidawî bûye’
 
Sîbel Uyan destnîşan kir ku xizmeta tenduristiyê ya bê pere bi awayekî fîîlî bidawî bûye û got kurtaj li nexweşxaneyên taybet tên kirin lê li yên cemawerînayên kirin. Sîbel Uyan got: “Yanî wezaret dibêje ‘çi halê we heye bibînin’. Ger pere hebe wê kurtaj bê kirin tunebe nayê kirin. Yek ji pirsgirêka din a li pêş xizmeta tenduristiyê bi zimanê dayikê xizmet e. Ev herî zêde bandorê li jinan dike. Ligel vê jinên penaber jî pirsgirêkan dijîn. Mixabin xwegîhandina dermankirinê ji bo jinan roj bi roj giran dibe û kêm dibe.”