Starta çalakiyên Serê Gulanê hat dayin

  • 13:03 8 Gulan 2025
  • Çand û Huner
 
AMED - Şaredariya Farqînê starta çalakiyên Serê Gulanê da û banga xwedîderketina li çand û ziman li tevahiya gel hate kirin. 
 
Şaredariya Farqînê ya Amedê bi daxuyaniyekê starta “Şahiyên Serê Gulanê” da. Daxuyanî, li Eywana Konferansan a Şaredariyê hate dayin. Hevşaredar Kadrî Esen di civînê de axivî û got: “Bi sedan sala ye Serê Gulanê tê pîrozkirin. Di dema qeyûman de şaredariyê weke bername li dar nedixist. Em ê Serê Gulanê bi bernameyên taybet pîroz bikin. Bernameya me ya ji bo pîrozbahiyên 13-14’ê Gulanê zelal bû. Em bang li tevahiya gelê Farqînê dikin ku xwedî li dîrok, çand û zimanê xwe derkevin.” 
 
Hevşaredar Sevîm Bîçîcî jî ew ê Serê Gulanê tevî Şaredariya Bajarê Mezin, Komeleya Farqîniyan û Odeya Bazirganiyê ya Amedê pîroz bikin. Sevîm Bîçîcî, got: “Em bang li tevahiya Farqîniyan û gelên Tirkiyeyê dikin ku tev li bibin.” 
 
Bernameya ji hêla Midûrê Çand û Karên Civakî Mehmet Halît Amaç ve hatiye ragihandin wiha ye: 
 
13’ê Gulanê: Dê li Deriyê Kulfayê kom bibin û li cihên dîrokî bigerin û li Qonaxa Alî Aga panel bê lidarxistin. Saet: 11.00-13.30
 
13’ê Gulanê: Li Qada Azîzoglû dê şano were pêşandan û KASED dê li Pira Malabadiyê danasîna cil û bergên Kurdî bike. Saet: 18.00 - 20.00
 
14’ê Gulanê: Li pêşiya avahiya şaredariyê dê kom bibin, danasîna lîstikên berê û paraşût were kirin û piştre li Parka Rindêxanê bi beşdariya hunermend Rojda û Şahîn Fariqîn konser were dayin. Saet: 10.30 - 20.00