Ji bo girtiyên siyasî çalakî hate lidarxistin

  • 15:16 12 Gulan 2025
  • Rojane
 
 
RIHA - Şaxa OHD'ê ya Rihayê diyar kir ku divê di mijara tehliyekirina girtiyên nexweş tenê ATK xwedî biryar nebe û xwest saziyên serbixwe beşdarî vê proseyê bibin.
 
Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Rihayê têkildarî rewşa girtiyên nexweş li pêşiya Edliyeya Rihayê daxuyanî da. Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Rihayê, xizmên girtiyan, Platforma Ked û Demokrasî ya Rihayê, Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Bajar û gelek kesên dîtir beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Ji bo girtiyên nexweş azadî” hat hilgirtin. Metna daxuyaniyê ji hêla Hevberdevka Şaxa OHD’ê Meral Halatê ve hate xwendin. Meral Halatê destnîşan kir ku tu hewldanên hiqûqî ji bo tedawî û azadiya girtiyên nexweş nayên kirin û rewşa wan ji hêla wezaretên têkildar ve vediguhere cezayê.
 
Bi domdarî Meral Halat da zanîn ku li Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa T a Rihayê 2 jê rewşa wan giran 5 girtiyên nexweş, li Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa T a Rihayê jî 5 jê rewşa wan giran 9 girtiyên nexweş, li Girtîgeha Tîpa T a Tokatê jî 10 jê rewşa wan giran bi giştî 12 girtiyên nexweş tên ragirtin. Meral Halatê, bi domdarî got: "Li van girtîgehan de 17 jê giran 26 girtiyên nexweş tên ragirtin. Rêveberiyên girtîgehan têkildarî rewşa girtiyên nexweş agahiyan nadin." 
 
‘Girtiyan serbest berdin’
 
Meral Halat diyar kir ku divê tedawiya girtiyên nexweş were kirin û wiha got: “Divê cezayên wan bên taloqkirin û bên berdan. Biryara taloqkirina cezayên wan divê ji hela saziyên tenduristiyê yên serbixwe ve were dayîn. Saziya Tipa Edlî (ATK) divê êdî nebe xwedî biryar û nêrînên zanistî ji hêla saziyên serbixwe were esas girtin.”
 
‘Pergala tecrîdê bi dawî bikin’
 
Meral Halat, banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibîr xist û got: “Wekî di bangê de jî hatiye diyarkirin, gotinên ‘nasîna siyaseta demokratîk û aliye hiqûqî’ di mijara îradeya çareseriyê de bi israr û bi biryar e. Tecrîda giran a ku li ser rêzdar Ocalan ne tene îhlalkirina maf e, ji bo pêşeroja demokrasi û aştiya Tirkiyeyê jî astengiyek girîng e. Ji bo ev banga cihê xwe bibîbe divê Tecrîda li Îmraliyê rabe û ji bo rêzdar Ocalan karibe alîkariya aştiya cîvakî bike divê şert û mercên wê werin avakirin."