ROJEVA 15'Ê GULANA 2025'AN

  • 09:00 15 Gulan 2025
  • Rojev
*Gulseren Yolerî da zanîn ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan ji aliyê rayedaran ve tên pişguhkirin û got: “Desthilatdarî vê dike mijara bazarê. Mafê mirovan nikare bibe mijara bazarê. Ji bo pirsgirêk ji holê bên rakirin divê her kes hestiyariyê nîşan bide.” DÎMEN HEYE 
 
*Li Tirkiyeyê ku niha behsa çareseriya pirsgirêka kurd a bi rêya demokratik tê kirin, kurd careke din doza ziman, çand û nasnameya xwe dikin. Kurd dibêjin ku bêyî fermîbûna zimanê kurdî çareserî pêk nayê û divê ku zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê û li dibistanan û herderê bi awayekî fermî bê bikaranîn. JI PÊNÛSA JINAN
 
*Hevseroka KURDÎGEH’ê Arîfe Arslan der barê girîngiya Kurdî de axivî û got: “Statuya ziman û perwerdehiya bi zimanê dayikê ji bo me esas e. Ji bo zimanê me bibe zimanê perwerdehiyê em li ber xwe didin. Armanca me ev e ku zarokên me bi zimanê xwe perwerdehiyê bibînin.”
DÎMEN HEYE 
 
*Jinên li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên li Helebê dan zanîn zimanê mirovan hebûna wan e û wiha got:"Bi hezkirin û mereq em perwerdeya bi zimanê Kurdî dibînin. Em gelek şanaz in, em ê bi rêka van perwerdeyan nifşekî kurdewar û zana mezin bikin. Zimanê me çermê laşê me ye."
DÎMEN HEYE 
 
*Têkoşîna nêzî 50 salî ya PKK’ê bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a "Aştî û Civaka Demokratîk" kete qonaxeke nû. Abdullah Ocalan di parêznameya xwe de bi rexnekirina a li ser netew-dewletê û analîzkirina modernîteya kapîtalîst, rol û mîsyona PKK’ê ya dîrokî tîne ziman.  DOSYA 
 
*Endama Lijneya Rêveberiya TÎHV’ê Nîlgun Toker diyar kir ku avakirina aştiyê ji vir şûnde ye û got: “Rabûna têkoşîna çekdarî, bêtundîtî wek aştiyê tê vegotin lê ya em dibêjin aştiyeke bi perspektîfa mafê mirovan yanî demokratîkbûnê ye. Xwedî hêviyeke wisa bi nirx e.” DÎMEN HEYE 
 
*Profesora ziman Mahabad Kamîl, der barê xetereyên li ser zimanê Kurdî axivî û got: “Ez carek din ji vir bang li jin û dayikan dikim zimanê xwe biaxivin û bidin fêrkirin. Ev erka me ya ewil e.” DÎMEN HEYE