
'Divê dewlet ji bo çareserîyê zemîna hiqûqî ava bike'
- 10:55 13 Gulan 2025
- Ramyarî
Melîke Aydîn
ÎZMÎR - Piştî ku PKK'ê di Kongreya xwe ya 12'emîn de têkoşîna Çekdarî bi dawî kir, siyasetmedaran tekez kirin ku divê dewlet gavên qanûnî bavêje û zemîna aştiyê xurt bike da ku aştî bê mayîndekirin.
Piştî banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a ku di 27’ê Sibatê de ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hat kirin, PKK’ê di kongreya xwe ya 12’emîn a ku di navbera 5-7’ê Gulanê de pêk anîbû de ragihand ku ew xwe fesih dike û dawî li têkoşîna çekdarî tîne. Di deklerasyona ku piştî kongreyê hat weşandin de, hat diyarkirin ku têkoşîn bi dawî nebûye, rêbaza xwe guherandiye û bûye têkoşîneke siyasî û civakî.
Siyasetmedarên ku geşedanan ji nêz ve dişopînin diyar kirin ku divê ev pêvajo ji aliyê dewletê ve bibe bingehek qanûnî û zimanê aştiyê bê avakirin.
‘Divê pêşketîn hiqûqî û qanûnî bin’
Seroka Partiya Kedê (EMEP) a Îzmîrê Elîf Çuhadar, diyar kir ku biryara çekdanîn û tasfiyekirina PKK'ê tê wateya serdemeke nû û diyar kir ku geşedanên piştre wê bi demê re zelaltir bibin. Elîf Çuhadar got, "Tifaqa AKP û MHP'ê wê hewl bidin vê di siyaseta navxweyî de weke serkeftina xwe bi kar bînin, lê belê ev geşedan ne girêdayî siyaseta navxweyî û ne jî qada siyasî ya li Rojhilata Navîn in. Ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd divê bingeheke hiqûqî û qanûnî bê avakirin. Beriya her tiştî divê qeyûm paşve bên kişandin,, bi taybetî jî îradeya gel bê nasîn. Herwiha di serî de girtiyên nexweş serbest bên berdan. Ji bo ku ev rewş nebe qurbana plan û projeyên siyasî yên hikûmetê, divê hêzên demokrasiyê, kedkar û kedkaran bi hişmendiya ku aştî û demokrasî bê têkoşîn nayê bidestxistin, tevbigerin û xwedî helwest bin."
'Biryarê rêya revê ji dewletê re nahêle'
Endama PM'a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Aysel Batyar Onsel, diyar kir ku welat, Rojhilata Navîn û cîhan şahidiya demeke girîng dike û got, "PKK ku dergeh û pencereyek nû ya ku li cîhanê gelekî girîng e vekir û pêvajoya dîrokê guherand, piştî 52 salan ev biryar girt, di heman demê de du xalên girîng ên veguherînê hene, ev du xal hene û yek aştî yek jî şer e. Lê ya girîng aştî ye. Me şer ji holê rakir, aştî dimîne. Divê em hemû tiştên baş û rast di vê xalê re derbas bikin. Ev biryara hatiye dayîn rêya revê ji dewletê re nehiştiye."
'Erka her kesî heye'
Aysel Batyar, anî ziman ku ger rayedarên dewletê neyînî nêzikî pêvajoyê nebin dê atmosferek erênî ji serî ve li civakê belav bibe û got, "Ev dê li her mal, her kolan, çavên her kesî, fikir, gotin û kirinên herkesî biguhere. Divê ev atmosfer bê avakirin. Aştî ti carî ne tişteke ku dewlet ava bike. Lê belê ji bo ku her kes li gorî xwe û şaxên civakê belav bike, pêwîstî bi hemû pêkhateyên jiyanê heye. Ji bo ku em hevûdu bibînin, wek ku Sirri Sureyya Onder got, divê em karibin ji kêleka milê xwe ve li hev binerin û welatiyek ku em li deriyê wan nexin divê nemînin."
'Divê mafê hêviyê bê naîn'
Hevseroka DEM Partiyê ya Aydinê Şukran Sari, diyar kir ku fikarên civakê ji dewletê di derbarê pêvajoyê de hene û got, ew di wê baweriyê de ne ku dewlet gavên rast bavêje û ew nafikriin ku dewlet vê baweriyê dide. Şukran Sari, diyar kir ku ji ber helwesta pêvajoyên berê ev fikar hê jî dewam dike û got, "Dema ku em di dema serdanê de bi dayikan re rû bi rû dimînin tiştên ku em pê re rû bi rû dimînin ev in: Ew meraq dikin ku di makeqanûnê de qanûn wê çawa be, di derbarê girtî û girtiyên nexweş de tiştek heye yan na. Daxwaza gel ji bo azadiya fîzîkî ya gelê Kurd e. rast e, eger gavek wiha bê avêtin, dê gel fikarên xwe yên derbarê siberoja aştiyê de derbas bike.”
‘Berpirsiyariya me ye ku hemû jin tev li pêvajoyê bibin’
Ji Rêveberiya Komeleyên Elewiyên Demokratîk (DAD) ya Şaxa Îzmîrê Guler Metîn, anî ziman ku ew weke jinên Elewî di pozîsyoneke wisa de ne ku hemû gelan ji ber baweriya xwe weke hev dibînin, diyar kir ku ew her tim aştiyê diparêzin, ji ber ku wijdan û hezkirinê esas digirin. Guler Metîn got, "Ji bo vê yekê teqez berpirsyariya me heye ku em li kêleka gelên bindest û mexdûr rawestin. Bi gotina aştiyê jî ez bi kelecan dibim. Divê xebateke ku hemû jin û zarokan di nav xwe de dihewîne bê kirin. Hemû mirin û komkujî li ser bedena jinan tên jiyîn. Berpirsiyariya me ya jinan heye ku em hemû jinan tevlî pêvajoya aştiyê bikin."
‘Divê dewlet zimanê xwe biguhere’
Guler Metîn, anî ziman ku dewlet ji aştiyê dûr disekine û Tevgera Azadiyê ya Kurd hîs dike ku divê aştî hemû gelan bigire nava xwe û got, "Divê em aştiyê li her qada jiyanê pêk bînin, lê divê dewlet gavekê biavêje. Divê zimanê xwe biguherîne. Ez di zimanê aştiyê de hezkirin û biratî û xuştiyê dibînim. Li gorî min divê dewlet zimanekî aştiyan bi kar bîne."