
Hevseroka KURDÎGEH’ê: Statuya ziman û perwerde ji bo me esas e
- 09:04 15 Gulan 2025
- Rojane
WAN - Hevseroka KURDÎGEH’ê Arîfe Arslan der barê girîngiya Kurdî de axivî û got: “Statuya ziman û perwerdehiya bi zimanê dayikê ji bo me esas e. Ji bo zimanê me bibe zimanê perwerdehiyê em li ber xwe didin. Armanca me ev e ku zarokên me bi zimanê xwe perwerdehiyê bibînin.”
Bi salane li hember ziman û nasnameya Kurd polîtîkayên înkar û îmhayê tên meşandin. Gelê Kurd ku her tim daxwaza xwe ya ji bo ziman tîne ziman, hîna ev daxwaz nehatiye cih. Qedexe û êrîşên li hember Kurdî tenê bi dibistanan sînor namîne, li her derê Tirkiyeyê li hember mirovên ku bi zimanê xwe diaxivin êrîş pêk tên. Şano, konser tên astengkirin.
15’ê Gulanê Cejna Zimanê kurdî bi daxwaza ‘ji bo Kurdî statu, bi zimanê dayikê perwerde’ tê pîrozkirin û daxwaza ku bila pêşiya perwerdehiya bi zimanê Kurdî bê vekirin û stuya Kurdî bê nasîn xurt dibe. Hevseroka Komeleya Çand û Ziman a Kurdî (KURDÎGEH) Arîfe Arslan der barê girîngiya rojê de axivî.
‘Ji bo bibe zimanê fermî em berxwe didin’
Arîfe Arslan da zanîn ku 15’ê Gulana 1932’an de Mîr Celadest Elî Berdirxan bi tîpên latînînê kovara Hawar derxist û ev dîrok wek Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin. Arîfe Arslan wiha got: “Ji wê rojê de ye Kurdî bi tîpên latînê tê nivîsîn. Ya gelan netewan dide nasîn zimane. Ji ber vê ziman ji bo me girînge. Zimanê me di perwerdehiyê de nayê bikaranîn. Ji ber vê ji bo zimanê me bijî em têdikoşin. Ev têkoşîn li ser milê saziyên zimane. Zimanê me li dibistanan nayê bikaranîn. Ji ber vê di bin xetereyê deye. Ji bo me ya esas statuya ziman û perwerdehiya bi zimane. Em ji bo vê têdikoşin. Divê zarokên me bi zimanê xwe perwerdehiyê bigirin.”
‘Modernbûn bi zimanê xwe axaftine’
Arîfe Arslan destnîşan kir ku armanca qedexekirina ziman tunekirina gelê Kurd e û di vê mijarê de jî wiha got: “Qedexekirina zimanê gelekî tê wateya ew gel ji holê bê rakirinê. Gel bi zimanê xwe tê nasîn. Bi salan eli hember zimanê me êrîş hene. Bi awayekî sîstematîk êrîş dikin. Dixwazin tune bikin. Ji ber vê divê em ji malbata xwe dest pê bikin û li her qadê bi zimanê xwe biaxivin. Zimanê me dewlemende, modern û bedew e. Modernbûn bi zimanê xwe axaftine.”
‘Ziman mafê herî esas e’
Arîfe Aslan wiha dawî lê anî: “Bi zimanê xwe axaftin mafê herî esas e. Gel bi zimanê xwe tên nasîn. Bi zimanê xwe hene. Divê em xwedî li zimanê xwe derkevin, biaxivin, binivîsin û xurt bikin. Ji bo zimanê Kurdî bibe zimanê fermî divê li her qadê têkoşîn bê meşandin.”