‘Ji bo aştiyê divê gavên şênber bên avêtin’

  • 09:06 16 Gulan 2025
  • Rojane
Neslîhan Kardaş
 
WAN - Jinan, nûnerên saziyên civaka sivîl û parêzvanên mafê mirovan, der barê pêvajoya piştî banga ‘aştî û civaka demokratîk’ a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hatiye destpêkirin de bang li desthilatdariyê kirin û gotin: “Divê bersiva gavên ji bo aştiyê tên avêtin bê dayîn. Divê girtiyên nexweş bên berdan, ji bo demokrasiyê gavên şênber bên avêtin.
 
Piştî banga ‘aştî û civaka demokratîk’ a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, PKK’ê di 1’ê Adarê de agirbest îlan kir û herî dawî jî bi 12’emîn kongreya xwe biryara feshkirinê îlan kir. Li dijî vê hîna dewletê gavek erênî navêtiye û tê payîn ku ji bo Abdullah Ocalan û girtiyên sererastkirinek qanûnî bê kirin. Di banga ku 76 roj derbas bûye de hîna ji aliyê desthilatdariyê ve gavek erênî nehatiye avêtin.
 
Nûnerên saziyên civaka sivîl ên Wanê der barê mijarê de axivîn.
 
‘Her kes li bende gavên desthilatdariyê ye’
 
Endama Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk Dîba Keskîn da zanîn ku di serê hemû kesî de ev pirsnîşana ‘Divê desthilatdarî niha çi bike?’ heye û got: “Divê pêşiya gel bê vekirin. Divê li Tirkiyeyê pêşiya demokrasiyê bê vekirin. Divê jiyaneke hevpar a aştiyane bê avakirin. Niha Tirkiye di krîzek mezin de ye. Ev krîz hem krîza mirovahî hem jî ya aborî ye. Ji ciwanan heta malbatan, tu kes xeyala salek din nake. Biryara feshê ya PKK’ê û siyaseta Kurd, tiştek nû da ber Tirkiyeyê. Ji Tirkiyeyê re gotin em ji bo jiyanek aştiyane hene. Ev gotinek mezin e. Têkoşîneke 50 salî heye. Niha her kes li bende gavên desthilatdariyê ye. Ger ku girîngiyê bidin gel wê pêşiya demokrasiyê vebikin."
 
‘Ji bo hemû Rojhilata Navîn bû hêvî’
 
Dîba Keskîn daxuyakirin ku mijara esas ev e ‘deshtilatdarî ji bo demokrasiyê heye yan na?’ û wiha domand: “Demokrasî wê ji bo berjewendiyên wan rê vebike an jî wê kêmasî û şaşiyên wan nîşan bide. Ez bawer im ew jî şaşî û kêmasiyên xwe dizanin lê hîna dengê wan dernakeve. Lê ez mizginiyekê bidim, ev pêvajo ji bo Rojhilata Navîn bû hêvî. Hemû gel piştgiriyê didin vê pêvajoyê. Siyaseta Kurd bi biryara xwe, ji bo pêşî li Tirkiyeyê vebike bandor dike. Ez bawer dikim ku wê rojên xweş yên me bin. Belkî heman pêk neyê lê wê gelê Kurd bi ser keve.”
 
‘Ji bo girtiyan gavek tune ye’
 
Rêvebera Komeleya Piştevanî û Alîkariya Malbatên Girtiyan (TUHAY-DER) Halîme Albay jî da zanîn ku avakirina pêvajoyê ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve pêk hatiye û got: “Birêz Ocalan berpirsyariya xwe anî cih. Niha em li benda gavên dewletê ne. Birêz Ocalan di 27’ê Sibatê de bang kir. Lê ji wê rojê de ye gav nehatine avêtin. Êrîşên li ser girtiyan zêde bûne. Surgunkirin zêde bûne. Tahliye tên taloqkirin. Der barê girtiyan de tu gav nehatiye avêtin. Divê demildest girtiyên nexweş bên azadkirin. Heta Birêz Ocalan azad nebe em bi dewletê bawer nakin. Bila êrîşên li girtîgehan bidawî bin hevalên me azad bibin.”
 
‘Divê girtiyên nexweş bên berdan’
 
Rêvebera ÎHD’ê Ayten Kiran jî da zanîn ku pêvajoya pevçûnê ya 40 salî li erdnîgariya Kurd pir bi bandor hatiye hîskirin û wiha dawî lê anî: “ Di demên herî dijwar yên pevçûnan de me wek ÎHD’ê got pirsgirêk dikarin bi muzakere û demokratîkbûnê bên çareserkirin. Îro me ev dît. Bi biryara feshkirinê ya PKK’ê pêvajoyek nû afirî. Ev bi hêvî ye û gelek bi nirx e. Ji ber vê jî divê êdî îradeya siyasî gavên cidî û şênber bavêje.”