ROJEVA 16'Ê HEZÎRANA 2025'AN

  • 09:00 16 Hezîran 2025
  • Rojev
 
*Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di perspektîfa ku pêşkeşî Kongreya PKK'ê kir de, diyar kir ku niha pirsgirêka malbatî, pirsgirêkeke sereke ye û got: "Malbata pîroz, çîrokek e. Malbateke wisa pîroz nîn e. Jinê bi vî awayî dixin bin koletiyeke pir mezin. Ji ber vê êdî jiyaneke wiha ranake. Diteqe û zilam jî lêdide dikuje." DOSYA 
 
*Aktîvîsta Îranî Shaghayegh Noruzî der barê cezayên darvekirinê de axivî û got: “Ev înfaz ne alavên edaletê ne, ev alavên serdestiyê yên bi xwîna gel hatine îmzekirinê ne. Rejîma ku bi nasnameyan re têkiliyê danayne, berê xwe da sêdaran.”
 
*Seroka Giştî ya Sendîkaya Karkerên Malê ya Îmece  Mînîre Înal, da zanîn ku divê Peyamana Kar a ILO 189 bê îmzekirin û got têkoşîna bi jinan re dimeşînin roj bi roj mezin dibe. DÎMEN HEYE 
 
*Bi wesîleya çaremîn salvegera qetilkirina Denîz Poyraz, dayika wê Fehîme Poyraz axivî û da zanîn ku ji bo aştî pêk bê divê kujerên Denîz Poyraz bên dîtin û hesab ji gumanbaran bê pirsîn. DÎMEN HEYE 
 
*Sekretera Jinan a Şaxa Hejmara 2'yan a SES’ê ya Îzmîrê Sîbel Uyan got mafê kurtajê heye lê di alî xwegîhandinê de pirsgirêk hene û got kurtaj maf e. DÎMEN HEYE 
 
*Cîgira Meclisa Giştî ya Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ya bajarê Helebê Arîn Henan têkildarî mijara revandina sivîlan û binpêkirina peymana hatibû îmzekirin wiha got:"Vegera me wê bi rûmet be, divê li ser bingeha parastina hiqûqa mirovî be. Komîte heya niha li ser mijara Efrînê kar û xebat didin meşandin da ku di demek nêz de welatî vegerin cih û warê xwe, lê belê divê desthiledariya Şamê jî bi erka xwe rabe û wan çeteyan ji Efrînê derbixe." DÎMEN HEYE 
 
*Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît da zanîn ku di nîqaşên komîsyona der barê pêvajoyê de tê payîn ku vê hefteyê di alî destilatdariyê pêşketinek hebe û got: “Wek DEM Partî ji bo çûyîna Îmraliyê em ê serlêdanê bikin.”  DÎMEN HEYE