'Em ê Denîz Poyraz di têkoşîna xwe de zindî bihêlin'
- 14:20 17 Hezîran 2025
- Rojane
RIHA - Di salvegera 4'emîn a kuştina Deniz Poyraz de, DEM Partiyê di daxuyaniyekê de li ber avahiya bajarê Rihayê got, "Em ê Deniz Poyraz di têkoşîna xwe de zindî bihêlin."
Rêxistina bajarê Rihayê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo Denîz Poyraz a ku di 17'ê Hezîrana 2021'ê de li avahiya parêzgeha Îzmîrê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hat qetilkirin, daxuyaniyek çapemeniyê li dar xist. Di daxuyaniyê de pankartên "Em ê ji bîr nekin, em ê nehêlin yên din ji bîr bikin" û "Denîz Poyraz nemir e" hat vekirin, endamên Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Dayikên Aştiyê, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Komeleya Hiqûqnasên Azadiyê (OHD) li daxuyaniyê amade bûn.
'Em ê Deniz di têkoşîna xwe de zindî bihêlin'
Hevseroka bajêr a DEM Partiyê Ayşe Surucu di bîranînê de axivî û got, "Ji bo ku aştiyeke mayînde çêbibe, divê hêzên tarî yên li pişt kujerê kuştina Deniz Poyraz werin eşkerekirin, darizandin û hesab ji wan were xwestin. Em ê Deniz Poyraz di têkoşîna ku me berdewam kiriye de zindî bihêlin û em ê ji bo afirandina welatekî aştî û jiyanê yê ku wê xeyal dikir têbikoşin. Em ê Denîz Poyraz di têkoşîna xwe de zindî bihêlin. "
Daxuyanî bi dirûşmeya "Şehîd Namir" û çepikan bi dawî bû.