Li Wanê atolyeya ‘polîtîka qirkirina jinê; qetilkirina jinan’ pêk hat
- 19:35 8 Tebax 2025
- Rojane
WAN - Endama akademiya jîneolojiyê Fîgen Aras di atoleya ku li Wanê pêk hat de axivî û got: “Divê jin ji pêvajoyê re pêşengiyê bikin. Divê em bizanibin ku azadiya me wê bibe wesîleya azadiya civakî û tevli pêvajoyê bibin.”
Bi pêşengiya Akademiya Jîneolojiyê ûTevgera Jinên Azad (TJA) li baxçeyê avahiya DEM Partî ya Wanê atolyeya bi mijara ‘polîtîka qirkirina jinê; qetilkirina jinan’ pêk anîn. Gelek jin tevli atolyeyê bûn.
‘Divê jin pêşengiya pêvajoyê bikin’
Endama akademiya jîneolojiyê Fîgen Aras balkişand ser êrîşên li hember jinan û got mêr li hember jinê şer daye destpêkirin. Fîgen Aras her wiha got di vê pêvajoya ku aştî tê axaftin de xebatên atolyeyê yên der barê jinan de pêk tînin û got: “Di vî şerî de bedelên mezin hatin dayîn û piranî kesên bedel dan jî jin bûn. Ji ber vê divê em tevli pêvajoya aştiyê bibin. Em azad nebin civak azad nabe. Divê jin ji pêvajoyê re pêşengiyê bikin. Divê em bizanibin ku azadiya me wê bibe wesîleya azadiya civakî û tevli pêvajoyê bibin.”
Atoleye bi dirûşmeyên ‘jin jiyan azadî’ bidawî bû.