
Li Şirnex û Rihayê qirkirina jinan şermezar kirin
- 15:07 11 Tebax 2025
- Rojane
ŞIRNEX/RIHA – Jinan bi meşekê li dijî zêdebûna kuştinên jinan meş li dar xiswtin. Jinan di meşê li dijî qirkirina jinan banga têkoşîn û berxweanê kirin.
Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Şirnexê bi meşekê li dijî kuştinên jinan nerazîbûn nîşan da. Jin li ber avahiya Platforma Şaxê ya Şirnexê ya Konfederasyona Sendîkayên Karmendên Gelemperiyê (KESK) kom bûn û ber bi Qada Cumhuriyetê ve meşiyan. Parlamenterên DEM Partiyê, Newros Uysal Aslan û Sebahat Erdogan Sarıtaş, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê yên Şirnex û Sêrtê, çalakvanên Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek jinên din beşdarî meşê bûn. Di meşê de wêneyên jinên ku di encama tundiya mêran de jiyana xwe ji dest dane hatin hilgirtin, ku pankarta "Jinên ku hatine kuştin serhildana me ne" û gelek caran dirûşmên "Jin jiyan azadî" û "Neparêze darizandine" hatin berzkirin.
Piştî meşê, Berdevka Meclîsa Jinan a Şirnexê ya DEM Partiyê Esma Erener, got, "Kuştina 31 jinan di meha Tîrmehê de û mirina gumanbar a 30 jinan tenê bi şîdeta mêran nayê ravekirin. Her roj, jinek ji ber ku dixwaze hevberdanê dike, tê kuştin. Ev kuştin ne tesaduhfin; ew di bin berpirsiyariya rasterast a dewlet, pergala dadweriyê, hêzên ewlehiyê û medyayê de têne kirin."
"Rêxistina me parastina me ya herî xurt e"
Esma Erener bang li hemû jinan kir ku li dijî kuştinên jinan bêdeng nemînin û got, "Em bang li we dikin ku hûn mafê jiyanê biparêzin, xwe birêxistin bikin û werin cem hev. Werin em ronahiya hevgirtina jinan li dijî tarîtiya şîdetê bilind bikin. Her jinek ku îro xwe birêxistin dike, jiyana jinek din diparêze. Rêxistina me, hevgirtina me û têkoşîna me parastina me ya herî xurt e."
'Em ê berxwedanê mezin bikin'
Piştre, e Newroz Uysal Aslan a DEM Partiyî axivî û bal kişand ser êrîş û komkujiyên li dijî jinan û wiha domand: "Jin ji ber dewletê tên kuştin, ji ber ku dewlet erka xwe pêk nayne tên kuştin. Her jineke ku tê kuştin çîrokek wê heye. Şerê taybet ê li dijî jinan tê meşandin siyasî ye. Em her jineke ku tê kuştin bi bîr tînin û soza xwe ya rêxistinbûnê nû dikin. Em ê berxwedana li dijî koletiya jinan mezin bikin. Xweparastina me li ser naskirin û rêxistinkirina nasnameya jinan e. Em ê heta dawiyê li dijî komkujiyên jinan şer bikin."
Daxuyanî bi dirûşma "Jin jiyana azad" bi dawî bû.
Riha
Li Rihayê, Meclîsa Jinan a DEM Partiyê û Tevgera Jinên Azad (TJA) li ber Parka Novada ya li navçeya Haliliyeyê daxuyaniyek li dar xistin. Di daxuyaniyê ku gelek jin beşdar bûn de, pankartek bi nivîsa "Rewistinbun xweparastina me ye" hate hilgirtin. Hevseroka bajarê Rihayê ya DEM Partiyê Ayşe Surucu ku daxuyanî da, diyar kir ku her roj du jin tên kuştin û qanûn wan naparêze û wan dihêlin ku bimirin. Ayşe Surucu, ku diyar kir jinên li Kurdistanê bi polîtîkayên şerê taybet têne hedefgirtin, got, "Şerekî taybet li dijî jinan tê meşandin. Sûcdarên bi kincên yekreng bi polîtîkayên bêcezatiyê têne parastin. Em ê li her derê ji bo bidawîkirina tundiya li ser jinan şer têbikoşin."
Daxuyanî bi dirûşma "Jin jiyana azad" bi dawî bû.