ROJEVA 09'Ê TEBAXA 2025'AN

  • 09:00 9 Tebax 2025
  • Rojev
 
* Seranserê dîrokê hewl hat dayîn jin bê çewisandin; deng, reng û rola wê bê tunekirin. Ev dengê ku dîroka nivîskî çewisand, jinan bi hevkariya çanda devkî da jiyîn. Ji dema Sumeran heta îro, jin bi riya çanda devkî çawa li dijî vê çewisandinê berxwe dan. DOSYA 
 
*Jinan bal kişandin ser qetilkirinên jinan ya her diçe zêde dibe û danxuyakirin ku sedema vê politîkaya bêcezahiştinê û pergala perwerdehiya serdest ya mêr e. DÎMEN HEYE
 
*Endama Însiyatîfa Hûnerê ya Ji bo Aştiyê, sînemavana belgefîlman Elîf Ergezen der barê  êrîşên li hember hunerê û rola hunerê ya di aştiyê de axivî û got: “Pêvajoya aştiyê hema ji nişka ve dest pê nekiriye. Di encama bedelan de dest pê kiriye.Çi ji destê me bê em ê bikin. Em deyndarên kesên ji bo aştiyê jiyana xwe ji dest dane. Em pêvajoyê baş bimeşînin wê her kes bi ser keve.” DÎMEN HEYE
 
*Entegrasyona ku di roja îro de zêde tê nîqaşkirin, berovajî asîmîasyonê bi hev re heyîbûnê îfade dike.
 
* Jinan der barê Komîsyona Piştevaniya Netewî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê de nirxandin kirin û diyar kirin ku ji bo pêşketina pêvajoyê komîsyon girîng e û gotin divê ewil girtiyên nexweş bên berdan. BI DÎMEN
 
*Aktîvîsta TJA’yê Rojbîn Bor,da zanîn ku li dijî tundiya mêr civaka demokratîk alternatîf e û got: “Di qetilkirinên jinan de gumanbar nayên cezakirin. Li dijî vê civaka demokratîk raste rast ji jinê re xizmetê dike. Divê jin îhtîmala herî biçûk a aştiyê hembêz bikin.” 
 
*Di lêpirsîna derbarê gerîlaya YJA STAR'ê Ekîn Wan a ku piştî hat qetilkirin bedena wê hat teşîrkirin de li gel ku tu kes nehat cezakirin hîna jî lêpirsîn neqediya ye. DÎMEN HEYE