‘Qetilkirin zêde dibin, sedem bêcezahiştin e’

  • 09:02 9 Tebax 2025
  • Rojane
ÎZMÎR - Jinan bal kişandin ser qetilkirinên jinan ya her diçe zêde dibe û danxuyakirin ku sedema vê politîkaya bêcezahiştinê û pergala perwerdehiya serdest ya mêr e.
 
Tundiya mêr a li hember jinan her diçe zêde dibe û gumanbar bi rêbazên dijmirovî jinan qetil dikin. Peymana Stenbolê ya pêşî li tundiya li ser jinan digirt di 1’ê Tîrmeha 2021’ê de hat feshkirin û ji wê rojê heta niha qetilkirina jinan zêde bû. Di 2024’an de 358 jin hatin qetilkirin û 221 jî bi guman jiyana xwe ji dest dan. Di 6 mehên ewil yên 2025’an de 136 jin hatin qetilkirin û 45 jin jî bi guman jiyana xwe ji dest dan. Jin der barê mijarê de axivîn.
 
‘Jinên tundiyê dibînin ji nû ve dişînin malên wan’
 
Jina bi navê Hulya Yilgin da zanîn ku qetilkirina jinan ya roj bi roj zêde dibe bi rêbazên dijmirovahî tên kirin û got: “Cezayên li gumanbaran tê birîn têr nake. Dibêjin pergala hiqûqê lê ji bo jinan ev pêk nayê. Jinên tundiyê dibînin diçin qerekolê, ji nû ve vedigerînin malê. Jin li malê pir tiştî dijîn. Mêr dibêjin em mêrin û her tiştî dikin. "
 
‘Divê Peymana Stenbolê nehatiba rakirin’
 
Kedkara teqawît Gul Erdogan jî destnîşan kir ku mêr terkirinê hezm nakin û xwe xwediyê jinan dibînin, jinan wek alav dibînin. Gul Erdogan wiha pê de çû: “Kes ne xwediyê kesiye. Kes ne namûsa tu kesiye.Bi çavsoriyek mezin jin tên qetilkirin. Lê divê wek mirov li jinan binêrin. Ez li dijî rakirina Peymana Stenbolê me. Divê nehatiba rakirin. Navê jinê tuneye. Divê jin û mêr wkehev bên dîtin. Em dixwazin cezayê bi bandor bidin gumanbaran.”
 
‘Em dixwazin azad bin’
 
Medîne Taş jî balikşand ser helwesta dewletê a li dijî qetilkirina jinan û ev tişt bi lêv kir: “Gumanbarên tundiyê tên girtin piştî demekê tên berdan.Bêdadî heye. Êdî gumanbar kesî nabînin. Divê dewlet xwedî li jnan derkeve. Ji jinan re dibêjin ‘bixebitin lê dernekevind erbe, tiştekî neke’. Lê em dibêjin ku jin li gorî xwe dikarin derkevin derve û cil û bergên li gorî dilê xwe dikarin li xwe bikin. Em dixwazin azad bin.”
 
‘Pergala perwerdehiyê têr nake, hewce bi reformê heye’
 
Memura teqawît Sevgî Buhur destnîşan kir ku tundiya li ser jinan her diçe zêde dibe û di vir de krîza aborî gelek bi bandore. Sevgî Buhur wiha anî ziman: “Dikujin û zû tên berdan. Bêcezahiştin heye. Pergala perwerdehiyê têr nake. Hewce bi reformê heye lê dema jin aboriya xwe bidest bixin wê xurt bibin.”
 
‘Divê guherînek mezin hebe’
 
Aynur Ilgaz jî ku ji bo serdana xizmên xwe hatiye Tirkiyeyê bal kişand ser qetilkirina jinan û wiha got: “Ev li cîhanê pirsgirêke. Li Tirkiyeyê rewş hîn xetertire.Ev ji bêpewerdebûnê diqewime. Sala malbatê îlan kirine lê malbat belav dibin. Ji bo sala malbatê divê desthiladarî biguhere. Divê guherînên mayînde pêk bên. Ez li Îzmîrê keçên xwe nikarim tenê bihêlim. Em bi fikarin.”