
Jin ne bê alternatîfin: Li dijî tundiya mêr civaka demokratîk
- 09:03 9 Tebax 2025
- Rojane
Nazlican Nûjîn Yildiz
WAN - Aktîvîsta TJA’yê Rojbîn Bor,da zanîn ku li dijî tundiya mêr civaka demokratîk alternatîf e û got: “Di qetilkirinên jinan de gumanbar nayên cezakirin. Li dijî vê civaka demokratîk raste rast ji jinê re xizmetê dike. Divê jin îhtîmala herî biçûk a aştiyê hembêz bikin.”
Tundiya li ser jinan roj bi roj didome û têkoşîna jinan li dijî tundiyê û pêkanînên desthilatdariyê didomin. Tundiya mêr ku wek pirsgirêka herî mezin li pêş me ye bi avakirina civaka demokratîk pêkane. Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Rojbîn Bor der barê mijarê de axivî û da zanîn ku ji bo aştiê divê jin li dijî tundiyê gotina xwe bibêjin.
‘Jin wê vê di vê pêvajoyê de gotina xwe bibêjin’
Rojbîn Bor destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wek mîmarê pêvajoyê fikra civaka demokratîk pêşniyar kiriye û pêvajo tenê wekîe bi berdana çekan pênase nekiriye û di heman demê de hewldanek siyasî ye. Rojbîn Bor wiha vegot: “Wek civak tiştên ku bi salan hatin jiyîn dîrokek travmatîk bû. Di vê nokteyê de êdî ev dîrok veguheriye nokteyek din. Divê civak jî refleksekê derxe holê.Çiye ev? Ger çek bêdeng bibûn wê demê pevçûn jî bi dawî dibin. Ligel vê kes wê êdî zarokên xwe winda nekin. Ev hemû civakê dihewîne. Fikara civaka demokratîk hemû civakê dihewîne. Nîvê civakê jî jinin. Êdî wê jin ne di bin serdestiyê de bin û wê pêvajoyê de jî gotina xwe bêjin.”
‘Civaka demokratîk divê bibe alternatîf’
Rojbîn Bor, destnîşan kir ku di civaka demokratîk de divê li dijî tundiyê û polîtîka bê cezahiştinê alternatîf bê avakirin û got: “Em behsa civaka demokrtîk û pêvajoya bê pevçûn dikin. Şer hêza parvekirinê ya serdestan e. Mêr serdestin, biryarê wa didin. Ji ber vê jî mantiqa ‘nava sînorên xwe de bimîne, wê mêr te bikujin’ derdixin holê. Dewleta mêr tundiyê wek çareserî dibîne. Di sûcên li hember jinan de mêr nayên cezakirin. Me her tim got civaka demokratîk ji jinê re xizmetê dike. Em dizanin ku encama xizmetek wisa de jin jî bê alternatîf namînin. Aştî wê raste rast bandor li jiyana jinan bike. Bedela herî mezin a şer jin didin. Ger ku aştî pêk bê wê jin raste rast bi bandor bibin.”
Rojbîn Bor di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku cezayên ku ji bo gumanbarên jinan tên dayîn divê bi bandor bin û wiha dawî lê anî: “Divê raste rast cezayên giran bên birîn. Divê jin û saziyên jian di pêvajoyê de raste rast cih bigirin. Divê jin kirdebûna xwe derxin pêş.”