Li dijî kuştina jinan çalakî: Em serhildana xwe mezin dikin!
- 19:33 11 Tebax 2025
- Rojane
AMED - Jinên ku li dijî kuştina jinan ku di salên dawî de zêde bûne dengê xwe bilind bikin hatin cem hev, bal kişandin ku ji bo civaka demokratîk ava bibe divê dawî li kuştina jinan bê anîn.
Rêxistina Bajêr a Amedê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo balê bikişîne ser komkujiyên li ser jinan ku her ku diçe zêde dibe daxuyaniyek da çapameniyê. Daxuyaniya ku li Dîclekentê ya navçeya Peyasê ya Amedê hat lidarxistin, Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Sevîlay Çelenk, Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal, Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Gulşen Ozer, hevşaredara Peyasê û nûnerên gelek saziyên jinan amade bûn. Jinan tîşortên bi nivîsa, "Jinên hatine qetilkirin îsyan a me ye, rêxistinbûn xweparastina me ye" li xwe kirin.
Daxuyanî bi dirûşmeya "Jin, jiyan, azadî" dest pê kir.
Daxuyaniya çapemeniyê li ser navê jinan ji aliyê Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê ya Amedê Gulîz Kaya ve hat xwendin.
'Yên jinan qetil dikin jî jiyanê qetil dikin'
Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Gulşen Ozer beriya daxuyaniyê axaftineke kurt kir û got: "Ji bo civakeke demokratîk me dixwest em îro li vir bicivin, lê îro em ji bo kuştina jinan careke din li hev civiyan. Em li vir li dijî van komkujiyan dengê xwe bilind bikin û civaka azad ava bikin hatin cem hev."
'Kuştina 31 jinan nayê eşkerekirin'
Piştre daxuyaniya çapemeniyê hate xwendin. Gulîz Kaya da xuyakirin ku di encama polîtîkayên bêcezahiştinê de kuştina jinan zêde bûye û wiha axifî: "Di meha Tîrmehê de 31 cînayetên jinan hatin kirin û 30 jinan bi gumanbarî jiyana xwe ji dest dan, ne tiştekî ku bi tenê bi şîdeta mêr bê vegotin e. Her roj jinek ji ber ku hevberdanê dixwaze tê kuştin, ji ber ku dibêje na, ji ber ku dixwaze bijî. Ev cînayet ne îzole ne; Yekser di bin berpirsyariya dewletê, mekanîzmaya edaletê, saziyên hiqûqê û medyayê de cih digire. Êrîşên li ser maf û destkeftiyên jinan ji aliyê desthilatdariya siyasî ve, rêziknameyên yasayî yên ku dixwazin jinan di malbatê de heps bikin, bi tayînkirina qeyûman îradeya jinan paşguh bikin, axaftinên Diyanetê yên li ser cil û bergên jinan û êrîşên li ser bedena jinê şerê li dijî jinê ye. Êrîşên li ser nelirêtiyê û mafên paşnavan, pêkanînên ku germ dibin û rêziknameyên qanûnî yên ku hevberdanê zehmet dikin û heta mafê mîrateyê yê jinên ku di pêvajoya hevberdanê de ne, nîşaneyên herî zelal ên vê yekê ne."
'Em serhildana xwe mezin dikin'
Gulîz Kaya di berdewamiya daxuyaniyê de wiha got: "Di serdemek wisa hêja de ku pêvajoya aştî û civaka demokratîk tê nîqaşkirin, êrîşên li ser jinan, maf û destkeftiyên jinan û pêkanîna polîtîkayên şerê taybet zirarê dide pêvajoyê. Nîvê civakê li dijî polîtîkayên bêdengkirin û çavtirsandinê yên li dijî jinê ku mijarên aştiyê ne, îsyanên me mezin dikin û em dibêjin xweparastina me rêxistinbûna me ye."
'Her roja diçe şidet nêzî me dibe'
Parlamentera bajêr Sevîlay Çelenk bal kişand ser sedema zêdebûna kuştina jinan di salên dawî de û got, "Şîdet her roj nêzî me dibe. Ev demeke dirêj e şîdeta li hemberî jinê ji sînorên toleransê derbas bûye." Sevîlay Çelenk bal kişand ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û bal kişand ser pêwîstiya pêşîgirtina li kuştina jinan.
Daxuyanî bi dirûşmeyên "Jin, jiyan, azadî" bi dawî bû.