Li Bismilê atolyeya ‘îdeolojiya rizgariya jinê’
- 18:02 15 Tebax 2025
- Rojane
AMED - Meclîsa Jinan a DBP’ê îro li Bismilê atoleyeya ‘îdeolojiya rizgariya jinê’ berdewam kir.
Meclîsa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bi dirûşmeya ‘bi jina azad berbi civaka demokratîk’ atolyeyên ‘îdeolojiya rizgariya jinê’ dabû destpêkirin û di vê çarçoveyê de îro li Bismilê bi jinên kedkar re hat gel hev. Hevseroka DBP’a Amedê Ruçem Vefa Elyakut, cigira hevsreokatiya giştî ya ji rêxistina DBP’ê berpirs Narîn Gezgor û endama meclîsa DBP’ê Gulşen Demîr tevli bû.
Gulşen Demîr bi runiştina rêgezên ‘îdeolojiya rizgariya jinê’ dest bi axaftinê kir û da zanîn ku di vê çarçoveyê de rêgezên welatparêzî, azad, îrade, fikr û raman, rêxistibûnî, têkoşîn, etîk û estetîk di azadbûna jinê de girînge.
Narîn Gezgor jî di berdewamiya atolyeyê de destnîşan kir ku îdeolojiya rizgariya jinê ne tenê rizgariy ajinê ya mêr û civakê ye jî.
Narîn Gezgor di berdewamiyê de di bin sernavên cuda de nirxandin kir.
Atolye bi pirs û bersivan bidawî bû.