Gulîstan Tara li ser gora xwe hat bi bîranîn
- 17:05 23 Tebax 2025
- Rojane
ÊLÎH – Gulîstan Tara, yek ji rojnamevanên ku li Başûrê Kurdistanê hatin kuştin, di salvegera mirina xwe de li ser gora xwe hate bîranîn. Xwişka wê, Dicle Erdem, di bîranînê de axivî û got, "Ew şervanên bênavber ên vê têkoşînê bûn. Gulîstan dê her tim di dilê me de bijî."
Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û Komeleya Rojnamevanên Dicle Firatê (DFG) ji bo rojnamevanên ku di 23’ê Tebaxa 2024’an de li navçeya Seyîdsadikê ya Silêmaniyê, Başûrê Kurdistanê, di êrîşa balafirên bê mirov de hat kuştın, bîranîn li dar xistin.
Piştî bîranîna yekem ku serê sibê li şaxa Êlih Petrol-Îş hate lidarxistin, girse ber bi Goristana Tilmerçê ve çû. Malbat, hevpişe, MEBYA-DER, TJA, DEM Parti, DBP û gelek rêxistinên civaka sivîl beşdarî bîranîna li ser gora Gulistan Tara bûn.
‘Em ê li ser şopa şehîdan bin’
Merasîma bîranînê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û piştre dirûşma "Şehîd Namirın" hat berzkirin. Rêvebera Meclîsa Jinan a Êlihê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan ( DEM Parti) Gulsum Esen di çalakiyê de axivî û got, "Çiqas em biaxivin jî, em nikarin mafên şehîdan bidin. Me bedelên giran dane û têrkoşîn da. Me gelek komkujî û zilm dîtine, lê em li ser doza xwe ne. Îro, em ji bo mafên xwe, ji bo yekîtî û demokrasiyê radiwestin. Em dixwazin li ser vê axê wekî xwişk û bira bijîn. Em dibêjin yekîtî, lê ew me dikujin. Em dibêjin demokrasî, lê ew ciwanên me di bin axê de dihêlin. Lê berevajî wan, em kînê nagirin; em destê xwe dirêj dikin. Em destê xwe dirêjî aştî, yekîtî û demokrasiyê dikin. Em dibêjin werin em di vê pêvajoyê de ji bo hemû mafan çareseriyan bibînin. Bila êdî xwîn nerije, bila êdî dayik negirîn. Em ê her tim li ser şopa şehîdan bin û daxwazên wan pêk bînin."
"Çapemeniya azad qet nayê bêdengkirin."
Piştîre, xwişka Gulîstan Tara, Dicle Erdem, got: "Em îro hatin serdana baxçeyê gulê. Ew her û her di dilê me de dijî û wê berdewam bike. Mîna hemû hevalên xwe, mîna xebatkarên çapemeniyê yên ku şehîd bûn, ew her û her di dilê me de dijîn û wê berdewam bikin. Em hemû xemgîn in. Lê dibe ku tiştê ku me xurt û zindî hişt têkoşîna wan a ji bo rastiyê ye. Ev ji bo me rûmetek e. Gulîstan û Hêro dibe ku bi fîzîkî ne bi me re bin, lê ew ê her û her bi me re bin ji hêla ruhî û rewşenbîrî ve."
Çalakiya bîranê bi dîrûşma “Çapemeniya azad bêdeng nabe” bi dawî bû.