
Ji TJA'yê çalakiya zincîra aştiyê
- 20:58 24 Tebax 2025
- Rojane
MÊRDÎN - TJA'yê li Mêrdînê çalakiya Zincîra Aştiyê lidar xist û destnîşan kir ku ji bo avakirina aştiyê divê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were rakirin.
Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de li Merdînê bi dirûşmeya "Zincîra aştiyê bi hêza jinan hatiye hunandin" çalakiyeke Zincîra Aştiyê li dar xist. Jinan ji şaxa PTT'ê heta Parka Karayollari meşiyan û gelek caran dirûşmeyên wekî "Bijî Aştî", "Bijî Yekîtiya Gelan" berz kirin. Dayikên Aştiyê, rêxistinên jinan û gelek rêxistinên civaka sivîl beşdarî çalakiyê bûn.
Jinan pankartên bi nivîsên "Jin hebe aştî heye", "Bi rêhevaltiya komunalîst jiyanek azad ava bikin" hilgirtin.
Berdevka TJA'yê ya Mêrdînê Hatice Oncu diyar kir ku civakîbûna aştiyê ji her demê bêtir pêwîst e û got wê aştî bi hêza jinana ava bibe.
Devrîm Demîr, hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê ku qeyûm tayinî dewsa wê hat kirin, got ku wan bi jinan re hevdîtin kirine da ku li ser aştiyê biaxivin. Devrim Demîr got, "Em li aştiyê digerin,û li cihê ku em behsa aştiyê dikin, şer bandorê li me hemûyan dike. Ji ber vê yekê aştî girîng e."
Jinên din jî bal kişandin ser tecrîda li ser Abdullah Ocalan û tekez kirin ku pêwîst e dewlet gavên samîmî ji bo avakirina aştiyeke bi rûmet bavêje.
Çalakî bi xwendina helbest û stranan bi dawî bû.