Ji bo Nanaxanim Babazade çalakî
- 15:38 25 Tebax 2025
- Rojane
ENQERE - Komîsyona Ciwanan a ÎHD’ê ji bo Nanaxanim Babazade ya Azerbaycanî ku tê xwestin were dersînorkirin, li Meydana Sakaryayê ya Enqereyê daxuyanî da.
Komîsyona Ciwanan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Enqereyê, ji bo aktîvîsta mafên mirovan û xwendekara lîsansa bilind a Zanîngeha Stenbolê Nanaxanim Babazade ku bi hinceta beşarî protestoya zema xwarina zanîngehê bûye hatibû binçavkirin û sewqî Navenda Paşveşandinê hatiye kirin, li Meydana Sakaryayê ya Enqereyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Li dijî tundî û îşkenceyê em li gel Nanayê ne” hate hilgirtin.
Endama Komîsyona Ciwanan a ÎHD’ê Zeynep Camci daxuyanî xwend û diyar kir ku Nanaxanim Babazade di binçavan de ji aliyê polîsan ve rastî tundiya fîzîkî û zayendî hatiye û wiha domand: “Nana, di bin çavan de bê nan û bê av hatiye hiştin û pêdiviyên wê yên însanî nehatine dabînkirin. Pêvajoya li dijî îtiraza dersînorkirina Nanayê didome. Dê Nanayê bişînin Azerbaycanê ku li wir gefa kuştinê lê hatibû xwarin. Îktîdara siyasî, parêzvaniya mafê mirovan dijminane dibîne û azadiya welatiyan a ji bo lêgerîna maf bi awayeke veşartî asteng dike. Em li dijî hemû neheqiyan disekinin. Herwiha em binçavkirina Nanayê ya bi îdiayên bêbingeh, tundî û îşkenceya di dema binçavkirinê de lê hatiye kirin û biryara paşveşandina wê ya li Azerbaycanê ku gefa kuştinê lê hatiye xwarin, qebûl nakin."