
Li kolanê tabloya aboriyê: Em nikarin debara xwe bikin
- 09:04 11 Îlon 2025
- Ked/Aborî
Memîhan Zeydan/Nazlican Nûjîn Yildiz
WAN-Jinên derketin bazaran bertek nîşan dan û diyar kirin ku ew nikarin hewcedariyên ji bo zarokên xwe bigirin û wiha gotin: “Em nikarin hewcedariyên zarokên xwe bigirin. Ez ê zarokan naşînim dibistanê. Sedema krîzê desthilatdarî ye.”
Krîza aborî her diçe giran dibe û welatî nikarin hewcedariyên xwe yên sereke bigirin. Bi destpêkirina dibistanan re, fature û sotemenî jî li lêçûnan zêde bû. Butçeya ku divê ji gel re bê veqetandin desthilatdarî ji şer re vediqetîne û gel ber bi xizaniyê ve diçe. Xizanî jî bandorê li her qada jiyanê dike.
Jinên Wanê ku derketin bazarê der barê krîza aborî de axivîn û gotin ew nikarin debara xwe bikin û zarokên xwe xwedî bikin.
‘Berê me bi 50 lîrayî hewcedariyên du malan digirt’
Jina ku nexwest navê xwe bide got bêyî ku hewcedariyan bigire vedigere malê û got: “Ez hatim bazarê, lê biha pir zêde ne. Min sê kîlo kartol du kîlo firingî girt. Ez bi 500 lîrayî hatibûm lê min tiştek negirt. Divê amadekariya zivistanê bikim lê nikarim. Min got hinek xiyar bigirim lê gelek biha ye. Berê dîsa baş bû. Berê bi 50 lîrayî hewcedariyên du malan dihatin girtn. Lê niha em nikarin tu tiştekî bigirin.”
‘Ev gel di 20 salan de hat vê rewşê’
Gulsum Yilmaz jî destnîşan kir ku ji bo sebze û fêkî hatiye bazarê û wiha bi lêv kir: “Derfetên min çi be ez ê li gorî wê bigirim. Ez bi 500 lîre hatim bazarê. Çend sal berê em bi vî pereyî dihatin me her tişt digirt. Lê niha tu tiştek pê nayê. Ez bi sê hezarî jî bêm tiştek nayê girtin. Min ji neçarî çend kîlo sebze girt. Biha pir zêde ne. Her tişt biha ye. Em ji ber Erdogan di 20 salî de hatin vê rewşê.”
‘Cilên dibistanê hezar û 600 lîra ye’
Asmîn Bozas bi lêv kir ku bi hezar lîrayî hatiye bazarê lê tiştek negirtiye û wiha nirand: “Her tişt biha ye. Zivistan tê. Çar xwendekarên min hene. Kesek li mala me naxebite. Ez ê îsal amadekariya zivistanê nekim. Formayê dibistanê hezar û 600 lîra ye. Sedema krîzê her kes dizane. Yên vî welatî bi rêve dibin sedema krîzê ne."
‘Keça min çente dixwaze lê ez nikarim bigirim’
Cahîde Kaya jî wiha vegot: “Ez bi du hezarî hatim bazarê. Lê bi rastî tiştek nayê girtin. Keça min çente daixwze lê nikarim bigirim. Çenteyek 5 hezar e. Li malê 7 xwendekar hene. Tu alîkariyek ji me re tune ye. Dibêjin xanî û erebe heye. Ji ber vê alîkariyê nadin. Ma gelo em divê li derve bimînin? Wesayîtek hevjînê min ya pê cotkariyê dike heye. Wê nexebitîne em ê çawa debara xwe bikin. 50 sale me xanî standiye. Dibêjin xanî heye. bi hatina zivistanê re em ê hîn bêtir tengezar bibin.”
‘Em nikarin debara xwe bikin’
Nurcan Utuş jî diyar kir ku ji ber bihayan her tiştî kêm û yên herî erzan digirin û wiha domand: “Çar xwendekarên min hene. Mamoste ji her yekî re lîsteyek amade kiriye. Lê em nikarin bigirin. Ez naxebitim. Di kirê de me. Em nikarin debara xwse bikin. Em nikarin zarokên xwse xwsedî bikin. Ez ê lîsteyên mamosteyan şûnde bişînim û bêjim ku em nikarin van zarokan bişîniê dibistanê. Hevjînê min ji ber ku kar nabîne naxebite. Keça min çend rojan li cihekî xebitî û bi wî pereyî me sebze girt. Xaniyê me bi sobe ye. Zivistanê em komirê nabînin. Em nikarin amadekariya zivistanê bikin. Tiştên em ji bazarê digirin tenê çend rojan têr dike. “