
Ne erdhej lê qedexeyên Talîbanê bû sedema mirina jinan
- 15:01 6 Îlon 2025
- Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji ber qedexeyên tund ên ku Talîbanê li ser jinan ferz kirine, di dema erdhejê de gelek jin mirin. Tîmên rizgarkirinê û xebatkarên tenduristiyê newêrîn alîkariya jinan bikin.
Rojnameya The Telegraph eşkere kir ku bi sedan jinên Afganî piştî erdheja ku li rojhilatê Afganistanê qewimî, jiyana xwe ji dest dane. Qedexeyên tund ên Tevgera Talîbanê li ser jinan hişt ku tîmên rizgarkirinê û tenduristiyê alîkariya jinan nekin.
Roja yekşemê Erdhejeke bi hêza 6.6 pileyî li parêzgeha çiyayî ya Kunarê xist. Di erdhejê de zêdetirî 2 hezar û 200 kes mirin û bi hezaran kes birîndar bûn.
Li gorî agahiyên hin kesên ku ji erdhejê rizgar bûne, jinan nedixwestin herin ba tîmên rizgarkirinê û xebatkarên tenduristiyê yên mêr, ji ber li Afganistanê qedexe ye jin bêyî xizmên wan nêzîk mêran bibin, her wiha destûr nehat dayîn ku jin di tîmên rizgarkirinê de bixebitin. Xebatkarekî tenduristiyê got, "Eger destê me bihêje jineke mirî jî dikare bibe sedema cezakirina me. "
Li gundên wekî Mazar Dara, mêr û zarok ji bo dermankirinê hatin birin, lê jin hatin hiştin heta ku mirin. Şêniyên herêmê diyar kirin ku hin jin di nîvê rê de dîsa vegeriyan malên xwe da ku "Hicaba" xwe bînin, lê di bin kavilan de asê man.
Li Nexweşxaneya Herêmî ya Celalabadê, bijîşkan diyar kirin ku hin karmendên tenduristiyê di saetên pêşîn de qebûl nekirin ku nexweşên jin derman bikin, ev yek bû sedema mirina jinên ducanî. Karmendekî tenduristiyê diyar kir ku hejmara rastîn a jinên ku mirine bi sedan ne.
Rêxistinên mafên mirovan Talîbanê tawanbar dikin ku "qedexeyên kujer" li ser jinan ferz dikin.