
Ji bo meşa ber bi Bestayê ve banga tevlibûnê
- 15:00 6 Îlon 2025
- Ekolojî
ŞIRNEX - DEM Partiyê banga beşdarbûna meşa li dijî talankirina xwezayê kir ku dê li Herêma Bestayê bê lidarxistin.
Platforma Saziyên Demokratîk dê di 9'ê Îlonê de li dijî talankirina xwezayê ya li Şirnexê ber bi Herêma Bestayê ve meşekê li dar bixe. Têkildarî meşê li ber avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Cizrê daxuyanî hat dayîn.
Parlamentera DEM Partiyê Newroz Ûysal Aslanê got: "Her roj bi tonan dar di bin çavdêriya dewletê de tên birîn. Li dijî vê yekê, em ê di 9'ê Îlonê de li Qada Cumhuriyetê ya li navenda Şirnexê meşekê li dar bixin. Em ê bi şev jî li Bestayê nobedê bigirin. Em ê bi hevserokên giştî yên DEM Partî û DBP'ê, nûnerên partiyên siyasî û ekolojîstan re heta Bestayê bimeşin. Em bang li her kesî dikin ku ji bo rawestandina talankirina xwezayê beşdarî meş û nobedê bibin."
Di daxuyaniyê de dirûşmeya "Bê xweza jiyan nabe" hat berzkirin.
Li navçeya Hezexê jî serdana dikandaran hat kirin û belavokên der barê meşê de hatin belavkirin.