Bêyî Cîhan Bîlgin salek: Bû çav û pênûsa gel

  • 09:05 17 Kanûn 2025
  • Rojane
Gulîstan Gulmuş
 
RIHA - Hevala Cîhan Bîlgîn, nûçegîhana ANHA’yê Silava Abdurarahman di yekemîn salvegera qetilkirina Cîhan Bîlgîn de axivî û got: “Em ê ji bo pêkanîna xeyalên wê bixebitin. Wê îradeya me tu car neşikê. Hevalên me wê di dilê me de  bijîn.”
 
Çapemeniya azad bi salane bi bedelên giran li pey heqîqetê diçe û lêgerîna heqîqetê bi berxewdanek mezin didomîne. Yek ji xebatkarên çapemeniya azad Cîhan Bîlgîn jî seranserê jiyana xwe li pey heqîqetê çû.
 
Kedkarên çapemeniya azad ku her tim bûn hedef, herî dawî rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan hatin qetilkirin. Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan di 19’ê Kanûna 2024’an de dema berxwedana Bendava Tişrînê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dişopandin bi SÎHA’yên aydê Tirkiyeyê  hatin qetilkirin.
 
Hevala Cîhan Bîlgîn, rojnamegera Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANH) Silava Abdurrahman di yekemîn salvegera qetilkirina Cîhan Bîlgîn de axivî.
 
‘Jiyan wek dibistanekê bû’
 
Silava Abdurrahman da zanîn ku Cîhan ne tenê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li her çar alî Kurdistanê û Rojhilata Navîn deng daye û got: “Ez malbat û hevalên Şehîd Cîhan re carek din sersaxiyê dixwazim. Min di 2017’an de nû destpêkiribû. Ew jî nû ji Bakur hatibû. Min çawa ew dît min sekna wê fêm kir. Jinek wêrek bû. Bi moral bû. Bi kelecanek mezin nûçe dişopand. Min digot xwezî ez jî wek wê bûma. He rtim piştgirî da min. Wek dibistanekê bû. Min gelek tişt ji wê fêr kirin.”
 
‘Gelek bîranên me hene’
 
Silava Abdurrahman wiha pê de çû: “Gelek bîranên me hene. Em bi hev re diçûn xebatê. Me bi hev re nûçe çêdikir. Tu zirara wê ji kesî re tunebû. Tiştên baş fêrî her kesî dikir.Zarokek ji aliyê bavê xwe ve dihat astengkirin, nediçû dibistanê. Cîhanê çû bavê wê îqna kir. Zarokê spasiyên xwe ji bo wê kir û got ez mezin bibim dixwazim bibim wek te.”
 
‘Bi îrade û cesareta xwe li qadan bû’
 
Silava Abdurrahman destnîşan kir ku Cîhan Bîlgîn bi wêrekiyek mezin êrîşê nli hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji rayagiştî re radigîhand û wiha bi lêv kir: “Dixwest her tiştî derxe holê û parve bike. Li ku derê karek hebûna Cîan li wir bû. Tu tişt ji bo wê ne asteng bû. Em çiqas jî Cîhanê bêjin em kêm dimînin.”
 
‘Cîhanê mohra xwe li her derê xist’
 
Silava Abdurrahman wiha dawî li axaftina xwe anî: “Xeyala Cîhan Bîlgîn ya herî mezin dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû. Li vir bi şev û roj ji bo heqîqetê dixebitî. Carna bi şev saet di 3-4’an dixebitî. Jiyan bibû çav û pênûsa gel. Jiyanê mohra xwe li her derê xist. em ê xeyalên wê bidin jiyîn. Bila ew rehet razê.  Wê her tim di dilê me de bijî.”