Li xwendekaran lêpirsîn hat vekirin
- 11:51 17 Kanûn 2025
- Rojane
WAN - Xwendekarên ku piştî mirina gumanbar a Rojîn Kabaiş û Efe Kaplan li Zanîngeha Yuzuncu Yıl a Wanê beşdarî xwepêşandanan bûn, li gorî lîsteyên "fîşkirinê" yên ku ji hêla polîsan ve hatine dayîn, bi derxistina ji wargehên xwe re rû bi rû ne.
Rojîn Kabaiş, xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê, di 27'ê Îlona 2024'an de winda bû. Piştî lêgerîna 18 rojan, cenazeyê wê di 15'ê Cotmehê de li qeraxa Gola Wanê li taxa Molla Kasim hat dîtin. Xwendekarên zanîngehê li dijî mirina gumanbar a hem Rojîn Kabaiş û hem jî Efe Kaplan li kampusê nerazîbûn nîşan dan û hêrsa xwe ya li hember nedîtina sûcdaran anîn ziman.
Li gorî raporek Rojnameya Evrensel, "lîsteyek kesên hatine binçavkirin" ku ji hêla Daîreya Polîsan a Bajarê Wanê ve hatiye amadekirin, ji wargehên KYK (Rêveberiya Wargehên Xwendekaran) re hatiye şandin. Li gorî van lîsteyan, rêveberiyên wargehan dest bi gazîkirina xwendekaran bi awayekî takekesî kirine da ku parastina xwe bixwazin.
Di belgeyên ku ji xwendekaran re hatine şandin de meş û xwepêşandanên ku di 19'ê Mijdara 2024'an de li kampusê hatine lidarxistin, wekî sedem hatine destnîşankirin. Di belgeyên ku li ser rapora polîsan hatine girtin de, tohmetên wekî "beşdarbûna di kiryarek neqanûnî de", "astengkirina rêyan ji trafîkê re" û "berxwedana li dijî memûrê dadweriyê" hene.
Ji xwendekaran hat xwestin ku li gorî madeya 24-c ya "Rêziknameya Xizmetên Wargehan", ku tohmetên wekî "dijberî, heqaretkirin an êrîşa fîzîkî ya li dijî hêzên ewlehiyê yên dewletê" vedihewîne, parastinên xwe pêşkêş bikin. Ev made dikare rasterast bibe sedema derxistina xwendekaran a ji wargehê.







