Ji bo gumanbarê Fadîm Temîrhanogullari qetil kir ji ‘rewşa baş’ daxistina ceza
- 18:20 17 Kanûn 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Der barê gumanbar Savaş Temîrhanogullari ku Fadîm Temîrhanogullari qetil kiribû, ji rewşa baş ceza hat daxistin û ji sûcên tehdîd û heqeretê jî hat beratkirin.
Li Antalyayê di 12’ê îlona 2024’an de Savaş Temîrhanogullari ku Fadîm Temîrhanogullari qetil kiribû. Doza ku gumanbar Savaş Temîrhanogullari û Fîkret Înal yê alîkarî dabûyê ku gumanbar bireve, hat dîtin.
Dadgehê cezayê muebeta giran li gumanbar birî û ji rewşa baş jî ceza daxist. Dadgehê 19 sal ceza jî li Fîkret Înal birî. Gumanbar Savaş Temîrhanogulllari ji sûcên ‘heqeret’ û ‘tehdîdê’ jî berat kir.







