Ozden Gurbuz Sumer: Bajarê jinê ne fikr, mafê jiyanê ye

  • 09:04 26 Kanûn 2025
  • Rojane
Rabîa Onver- Pelşîn Çetînkaya
 
AMED - Ozden Gurbuz Sumer perspektîfa "Bajarê jinê" ya li dijî tunehesibandina jinan a di jiyana bajar de vegot û da zanîn ku bajar bi zîhniyeta serdest ya mêr tên avakirin û got: “Bajarên wekhev, ewle yên biz anîn, tecrube û bîra jinan teşe dibin pêkanin.”
 
Li Amedê bi civîneke mezin ya pêk hat re Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) biryar girt ku Amed, Nisêbîn, Gever, Artemêt û Cizîr wek bajarê jinan ji nûve ve saz bikin. Bi vê modelê mafê jiyanê ya jinan dertê pêş.
 
Seroka Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê Ozden Gurbuz Sumer der barê bajarê jinan de axivî.
 
‘Em behsa modelek ku her kes jê fêdeyê digire dikin’
 
Ozden Gurbuz Sumer got bajarê jinan ne tenê fikre û ji bo jinan girîngiya bajarê jinan mezin e û got: “Li cîhanê bajarên dostên jinan hene. Bajarên bi bîr, tecrube, nêrîna jinan teşe bûye û di alî mîmarî û gelek qadên din de bajarên ewle û wekhev hene. Em behsa bajarên ku bi nêrîna azadixwaz a jinan dikin. Lê ne tenê jin em behsa modeleke ku gelek aliyên bajar jê fêdeyê digirin dikin.”
 
‘Bajar bi zîhniyeta serdest ya mêr hatin avakirin’
 
Ozden Gurbuz Sumer destnîşan kir ku bajar bi sedsalan e ji aliyê mêran ve tên kirin, ji mîmarî bigirin heta her nokteya ferasta xizmetê jin ji derveyê vê hatine girtin. Ozden Gurbuz Sumer ev tişt got: “Jinan bedelên mezin yên vê jiyan. Ji xizaniyê bigirin heta tundiyê her cureyê binpêkirinê hene.  Em jin bi avakirina bajarên jinan bawerin. Bi vê baweriyê wê bajarên jinan bikevin jiyanê. Beriya 2015’an pratîka me ya Nisêbînê heye. Pratîkên me yên pîlot hene. Bi vê bîra xwe bi vê tecrubeya xwe em daixwazin ji nûve bajarên jinan bikin jiyanê.”
 
‘Proje girîng û bi nirx e’
 
Ozden Gurbuz Sumer destnîşan kir ku ew behsa modele ku ji herêmî, ji STO, koperatîf û meclîsên gel xwedî dibin dikin û wiha domand: “Qada xizmeta ya herî mezin jî şaredariye. Ev du sale em vê xizmetê dimeşînin. Ev ne tenê îfadekirina niyetê ye. Ev xebateke ku perspektîfa têkoşîn û xebatê bixw re tîne ye. Ji ber vê jî ev xebat ji bo me girîng û bi nirx e. Em di vê mijarê de daxwazên jinan guhdar dikin. Me li taxan hevdîtin kirin. Di hevdîtinan de me nêrînên jinan pêşniyarên wan girtin. Em xebatên xwe di vî alî de didomînin. Jin kirdeyên bajarane. Hewza me ya pêşniyar û nêrînan heye. Ji wê hewzê ji xwe nexşerê derket. Wê meclîsa bajarên jinan jî bê avakirin. Hêviya me ev e ku ev projeya me veguhere polîtîkayeke giştî.”