Meclisa Jinan a Zenûbiya civîna nîvê salê li dar xist
- 19:02 28 Kanûn 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Meclisa Giştî ya Kombûna Jinan a Zenûbiya li ser asta kantonên Tebqa, Reqa û Dêrazorê bi diruşma "Bi hev re em civakek demokratîk a komînal ava dikin" civîna xwe ya nîvê salê li dar xist.
Bi diruşma "Bi hev re em civakek demokratîk a komînal ava dikin" Meclisa Giştî ya Kombûna Jinan a Zenûbiya civîna xwe ya nîvê salê li ser asta kantonên Tebqa, Dêrazor û Reqayê li navenda çandê ya Tebqayê li dar xist. Di civînê de bi dehan jinên ji meclis, komîteyên Kombûna Jinan a Zenûbiya yên li kantonên Reqa, Tebqa û Dêrazorê, nûnerên ji meclisa sivîl û Meclisa Sûriya Pêşerojê, Tevgera Hîlala Zêrîn û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Tebqayê amade bûn.
Civînê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, dûre endama Desteya Serokatiya Partiya Sûriya Pêşerojê Zelal Ceger rewşa siyasî nirxand. Zelal Ceger diyar kir ku di dema ku rola jinê di hundirê Sûriyeyê de ji ber rewşên neguncaw sînordar bû, jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkoşînek pêşketî da meşandin. Lê sala 2025ˊan bi yekkirina dengê jina Sûriyeyê deskteftiyek dîrok pêk hat, ew jî berhema 14 salan a şoreşê û fedakariya jinan di warên leşkerî û îdarî de bû.
Zelal Ceger da zanîn ku xebata jinan a ku ji Kongra Star heta bi Kombûna Jinan a Zenûbiya dest pê kir, îro bûye yek gewde ji bo azadî û rûbirûbûna zihniyeta baviksalariyê û redkirina pergala şovînîst a bi navê ol û mezhebperestiyê ava dibe, têdikoşe.
Endama Koordînasyona Giştî ya Kombûna Jinan a Zenûbiya Şehrezad El Casim nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan xwendin.
Endama rêveber a Koordînasyona Giştî ya Kombûnê Buşra Mihemed jî rapora salê ya her sê kantonan xwend û bi sînevîzyonekê xebatên wan hatin pêşkêşkirin.
Nîqaşên rêxistinî li pêş ragihandinê girtî dewam kirin. Civîn bi van xalan bi dawî bû:
*Bilindkirina asta têkoşînê; Bilindkirina asta têkoşîna jinan û daxwaza azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi rêya zêdekirina kampanya û çalakiyan û bilindkirina asta hişmendiya gel bi vê dozê.
*Kampanya û semînerên hişmendiyê: li tax, gund û herêmên dûrî bajaran semînerên fikrî, tenduristî û qanûnî werin zêdekirin û hevkarî bi komînên dibistanan re ji bo koçberan were kirin.
*Bernameyên hişmendiyê ji bo ciwanan: zêdekirina semîneran li peymangeh û dibistanan li ser xeteriyên hişbirê û hwd.
*Lidarxistina dewreyên fikrî yên vekirî û berfireh.
*Avakirin û berfirehkirina projeyên aboriyê, xebitîna li ser projeyên bihêzkirina jinan di aliyê aboriyê de, piştgiriya destpêşxerêyên jinan û hewla avakirina sûkeke bazirganî ya mezin bi komîteyên aboriyê yên jinan.
*Vekirina dewreyên perwerdê yên pîşeyî ji bo xurtkirina jêhatiyên jinan û zêdekirina firsetên wan a kar.
*Xurtkirina ezmûna rêveberî ya jinan ji bo misogeriya beşdariya wan di tevahî cihên biryardanê li Sûriyeya nû de, ji nû ve hevserokên komînan werin hilbijartin.
*Amadekariya xebitîna li herêmên nû weke Dêrazor, Dêr Hafir û Dibsî, vekirina şaxên nû yên Kombûna Jinan a Zenûbiya li wan herêman.
*Xwendina qanûna malbatê di sazî û komînan de, belavkirina naveroka wê û hewl bicihanîna wê ji bo parastina jinan û zarokan.
*Lidarxistina kampanyayên hişmendiyê yên berfireh li dijî tevahî cureyên tundiya li dijî jinan, şopandina dozên jinan (berdan û qetilkirinê) li hundirê civakê.
*Hevkariya bi komîn û meclisan re ji bo çareserkirina diyaredeyên reva zarokan ji dibistanan, belavbûna hişbirê, diyardeya parsekiya jinan bi taybet li Reqayê.
*Zêdekirina hişyariyê, perwerdekirin û avakirina hişmendiya civakî.
*Aktivkirina rola komînên jinan li taxan, berdewamkirina birêxistina roja şemiyê ya ji bo komînê weke çalakiya heftane ya birêxistinkirî.
*Berfirehkirina xebata meydanî ji bo xwegihandina beşeke mezin.
*Xebitîna li ser vekirina akademiyeke jinan li kantona Reqayê weke navenda perwerdê û bihêzkirinê.
*Lidarxistina civînên ferdî û komî bi hevserokên jin re ji bo danîna plansaziya xebatê ya zelal ji bo qonaxên pêş û misogeriya lidarxistina çalakiyên jinan li gorî demên diyarkirî.







