Ji girtiyên siyasî re kartên sersalê hatin şandin
- 15:28 30 Kanûn 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Kartên sersalê ji girtiyên siyasî yên li Şirnex û Antalyayê re hatin şandin û hêviya ku sala 2026'an azadiyê bîne hate nîşandan.
Botan TUHAD-DER kartên sersalê yên ku amade kiribûn ji girtiyên siyasî re şandin bî rêya postexaneya Cizîrê şandin. Berî şandina kartan li ber avahiya postexaneyê daxuyanî hate lidarxistin. Herwiha li Antalyayê jî di pêşengiya TUAY DER'ê de ji girtiyan re kart hatin şandin
Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê, Newroz Uysal, di daxuyaniya çapemeniyê de ku gelek kes beşdar bûn, axivî û hêviya ku sala 2026'an bibe sala aştî û azadiyê anîn ziman.
Di axaftinan de hate gotin ku sala 2026'an dê bibe sala aştî û civaka demokratîk û daxwaza "Azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azadiya gel e. Bila sala 2026'an demokrasî û aştiyê bîne" hate kirin.
Daxuyanî bi dirûşma "Ji girtiyên siyasî re azadî" bi dawî bû
Antalya
Komeleya Hevgirtina Malbatên Girtî û Hukumxaran (TUAY-DER) a Antalyayê berî şandina kartan daxuyaniyek da. Hevserokên TUAY-DER' a Antalyayê Nazîme Bayhan û Necati Arslan li ber Posteyê ya Gulukê axivîn û gotin, "Em sala nû li hemû girtiyên siyasî, bi taybetî jî li Birêz Abdullah Öcalan pîroz dikin. Em hêvî dikin ku sala nû azadî û aştiyê bîne. Em dixwazin ku di sala nû de girtiyên siyasî di nav me de bin."
Piştî axaftinê, ji postexaneyê kartên hevgirtinê ji girtiyan re hatin şandin.







